Yekşem, 28 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê aştî, wekhevî û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê lehî rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin
Rojane

Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

Li gelek bajaran 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin bi çalakiyan hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku mercê bingehîn ê aştiya civakî û mayinde darizandina kujeran e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Balafirên dewleta Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de şêniyên gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin. Bi boneya sala 14’emîn a komkujiyê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

MÊRDÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdinê, li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, dirûşmên “Bimre komkujî, bijî azadî” û “Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kir. Ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Berdevkê Platformê Mervan Erdem axivî û got: “Aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi derxistina holê ya heqîqetê û bi cîbicîkirina edaletê pêkan e. Şertê sereke yê aştiyeke mayinde û civakî, sernegirtina binpêkirinên mafên mirovan ên di demên berê de hatine kirin, derxistina wan a holê û darizandina berpirsyarên wan e.”

Di berdewamê de Erdem anî ziman ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe û got: “Heta ku berpirsyarên Komkujiya Roboskê derdixin holê, komkujî ji her alî ve tê ronîkirin û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Kesên biryara vê komkujiyê dane, kujer û yên kujeran diparêzin dê bên aşkerakirin. Polîtîkaya necezakirinê dê rê li ber sûcên nû veke. Darizandina faîlan, tekane rêya pêşîlêgirtina sûcên nû ye.”

RIHA

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Yasîn Aktaş di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin û cezakirin.

Aktaş, bi bîr xist ku komîsyona lêkolînê ya di bin sîwana Meclisê de hatiye avakirin komkujî baş lêpirsîn nekir, meqamên darazê bêalî û serbixwe tenvegeriyan, AYM’ê bi hinceta “ewraqên kêm” dosya qebûl nekir û DMME’yê jî bi îdiaya “hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatin bikaranîn” dosya red kiriye. Aktaş, ev yek weke “xwegihandina edaletê bi awayekî fiîlî ji holê hate rakirin”  nirxand. Aktaş, got: “Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya di Komkujiya Roboskê de qebûl bike û edaletê bicih bîne. Ev, berpirsyartiyeke dîrokî, hiqûqî û wijdanî ye.”

Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê jî anî ziman ku komkujiya hatiye kirin ne operasyon, tercîheke bi zanebûn bû û xwest komkujî were ronîkirin.

EDENE

Şaxa ÎHD’a Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Sûcê nehatî darizandin birîneke nekewandî ye”, “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet, ji bo her kesî edalet, me Roboskê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin” hatin hilgirtin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî helbest hatin xwendin û li muzîkê hate guhdarîkirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de got ku divê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî Komkujiya Roboskê jinûve dest pê bike û bi awayekî bêalî û serbixwe bê meşandin. Yasemîn Dora Şekerê xwest ku faîl bên tespîtkirin û darizandin û got: “Divê dewlet lêborîneke fermî bixwaze û hemû windahiyên madî û manewî yên malbatên kesên hatine kuştin tazmîn bike.”

CEYHAN

Rêxistina DEM Partiyê ya Ceyhanê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Hevserokê Bajêr Tahir Ozdemîr di bîranînê de got ku avakirina komareke demokratîk, bi hevrûbûna komkujiya Roboskê pêkan e û xwest berpirsyar bên darizandin.

MÊRSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne înkar; hevrûbûn, ne şer, aştî” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaşê di daxuyaniyê de got ku hêj komkujî nehatiye ronîkirin, faîl nehatine cezakirin û derxistina heqîqetê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Şukran Aktaşê xwest dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.

HATAY

Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û xwest berpirsyar bên darizandin.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem sekinî û êş girantir bû; Roboskê em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Roboskê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Roj dê were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” berz kir. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbayê daxuyanî xwend û got ku ji kêliya komkujî hatiye kirin heta niha polîtîkaya necezakirinê hate meşandin û got: “Me Roboskê ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet bi Roboskê re hevrû bibe û berpirsyar hesabê bidin.

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ÊLIH

Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “28’ê Kanûnê Komkujiya Roboskê; me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Endama MEBYA-DER’ê Guneş Çetînkaya Erdem daxuyanî xwend. Wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîzê di daxuyaniyê de got ku dosyaya doza Roboskê hatiye paşguhkirin û got ku ji bo pêvajoya heyî bi ser keve divê dewlet berpirsyarê komkujiyê bidarizîne.

Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Hums û Banyasê êrîş bir ser xwepêşandêran
Nûçeya Pişt re Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cengîz Çîçek: Em mecbûr in jiberkirinên xwe biterkînin

Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser xeteriyên zêdebûna gefên şer ên…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî kir

YCWK’ê ragihand ku ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Ev gel wê ti carî we weke îradeya xwe nebîne

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya li Wanê da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Hums û Banyasê êrîş bir ser xwepêşandêran

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?