Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bozan: Komîsyon divê li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd bisekine
Rojane

Bozan: Komîsyon divê li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd bisekine

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku çek encamek e û divê komisyona di bin banê TBMM’ê de tê avakirin, xebatên xwe li ser rakirina sedemên derketina pirsgirêka Kurd bimeşîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Beriya ku TBMM bê girtin, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bi partiyên xwedî kom re civiya û ji bo komisyonê nîqaş kir. Di demeke nêz de jî bi îmzeya Kurtulmuş nameyek ji bo partiyên siyasî yên di Meclîsê de hem xwedî kom in hem jî yên din re hate şandin. Di nameyê de hate xwestin ku navên parlamenterên ku dê di komisyonê de cih bigirin heta 31’ê Tîrmehê, saet 17:00’an, ji Serokatiya TBMM’ê re bêne ragihandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku ji AKP’ê 21, ji CHP’ê 10, ji DEM Partî û MHP’ê 4, ji ÎYÎ Partî û Yenî Yol Partî 3, ji HÛDA PAR, Yeniden Refah Partî, TÎP, EMEP, DSP û DP’ê jî yek parlamenter hatine xwestin.

Hin hûrguliyên teknîkî yên komisyonê ji raya giştî re hatine ragihandin, lê hûrguliyên ka dê çawa bixebite hêj ne diyar in. Gelo hêviyên gel ji komisyonê çi ne? Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, ku li Mêrsînê civînên Aşitî û Civaka Demokratîk li dar dixe, nêrîna gel a li ser komisyonê û hêviyên wan anî ziman.

‘DIVÊ KOMÎSYON LI SEDEMAN BINÊRE’

Alî Bozan diyar kir ku desthilatê komisyonê wekî saziyek ku tenê çavdêriya çekdanînê dike dîzayn kiriye û got ku divê komisyon bêtir li sedemên pirsgirêka Kurdî binere û wiha dirêjî da: “Ji ber ku Meclîs de heta 1’ê Cotmehê di betlaneyê de be. Ev yêk jî fikarên gel a ji bo çareseriyê zêde dike. Ji ber ku gel bi awayekî xwezayî û rewa hêvî dike ku gavên ji bo çareseriya pirsgirêkê di qada hiqûqî û siyasî de bên avêtin. Lê ji ber betlaneya Meclîsê ev yek ne mimkun e. Ji ber vê yekê girîngiyeke mezin ji komisyonê re tê dayîn. Di vî warî de xebatên komisyonê girîng in.

Lê dema em li xebatên komisyonê, bi taybetî li aliyê desthilatê yê ku heta niha ji raya giştî re hatiye ragihandin, dinêrin; nêrîneke teng heye. Nêrîneke ku pirsgirêkê tenê bi çek û şîdetê ve girê dide û çavdêriya çek berdana PKK’ê dike heye. Bi kêmanî desthilat wisa nîşan dide. Lê di civînên gel de ev nêrîn nayê pejirandin.

Wekî ku birêz Ocalan jî her tim behs dike, çek encama vê pirsgirêkê ye, ne sedem e. Ji ber vê yekê divê komisyon xebatan li ser rakirina sedemên pirsgirêka Kurd bike.”

‘GEL HÊVÎ DIKE KU BI AWAYEK HIQÛQÎ Û SIYASÎ BÊN QEBULKIRIN’

Bozan got ku di civînên gel de, gel hêvî dike ku di çarçoveya pirsgirêka Kurdî de qebûleke hiqûqî û siyasî bê diyarkirin: “Hem di civînên gel de, hem jî di hevdîtinên li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hatine kirin de encamek derketiye holê: Heta niha înkarkirina hebûna Kurdan, ziman, dîrok, nasname û erdnîgariya wan hebû. Erê, ev înkar rakiriye. Lê niha divê hebûna wan bê qebûlkirin. Divê ziman, nasname, dîrok û erdnîgariya Kurdan bê qebûlkirin. Û ev yek jî divê di qada hiqûqî û siyasî de bê pejirandin. Ji ber ku di hemû civînên gel  de, em dibînin ku ne tenê aligirên DEM Partiyê,  piraniya welatiyan ji desthilata siyasî bawer nakin. Ev jî ji ber pratîkên berê yên desthilatê ye û ne tenê desthilata niha. Ji ber ku AKP û Tifaqa Komarê 23 sal in desthilat e, lê beriya wan jî pratîkeke dewletê hebû. Ev pratîka dewletê jî hebûna Kurdan înkar dikir. Heta niha hin pêşketin hebûn û qebûlên ku tenê bi gotinê mayî hebûn. Ji ber vê yekê di civînên gel de mirov dibêjin ku niha qebûleke hiqûqî û siyasî divê bê diyarkirin. Ev jî bi guhartina qanûnan dikare pêk were. Di vê xalê de xebatên komisyonê pir girîng in.”

‘GIRÎNG E, LÊ KÊMASÎ JÎ HENE’

Alî Bozan diyar kir ku hêviya wan ew bû ku komisyon bi qanûnê bê avakirin, lê kêmasiyên wê jî hene û divê komisyon heta Meclîs vebe van kêmasiyan çareser bike: “Wekî ku min di destpêkê de gotî, ger komisyon tenê ji bo çavdêriya pêvajoya tunekirina çekên PKK’ê were çarçovekirin, dê pir teng bimîne.

Di raya giştî de jî nêrîneke teng di warê rêziknameyên hiqûqî de heye. Ji ber ku tenê behsa rêziknameyên li ser girtîgehan û qeyûman tê kirin, ku di raya giştî de pir tê nîqaşkirin. Lê ev nêrîneke pir teng û bi sînor e. Ji ber ku niha tê gotin ku di girtîgehan de 6-7 hezar girtiyên siyasî hene. Ger dewlet sibe bêje min 6-7 hezar girtiyên siyasî berdan û 10 şaredariyên DEM Partiyê yên qeyûm lê hatine tayînkirin vegerand, gelo ev pirsgirêk dê çareser bibe? Na. An jî heman demê rêxistin 6-7 hezar çek tune bike, gelo pirsgirêk dê çareser bibe? Na. Ji ber ku ev hemû encam in. Ji ber vê yekê divê sedem bên rakirin. Di heman demê de di civînên gel de, bi hejmareke kêm jî be, mirov dibêjin: Kurdên li sirgûnê ne dê çi bibin? Kampa Maxmûrê dê çi bibe? Em ê cihên gorên Şêx Seîd û Seyîd Riza hîn bibin? Îtîbara Şêx Seîd û Seyîd Riza dê bê vegerandin? Her wiha bi hezaran gund, navçe û bajarokên ku navên wan hatine guhertin hene. Ev hemû dê dîsa bi zimanê xwe yê resen bên binavkirin? An jî Kurd dê karibin bi dilê xwe bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin? Dê Kurdî di qada giştî de bi awayekî azad bê bikaranîn? Ji ber vê yekê em dibêjin pirsgirêk, rakirina sedeman e. Wekî din çekdanîn, girtiyên siyasî yên di zindanan de, qeyûm, ev hemû encamên pirsgirêkê ne, divê em sedeman nîqaş bikin.

Daxwaza me ew bû ku komisyon bi qanûnê bê avakirin, lê mixabin niha komisyon bi qanûnê nayê avakirin. Komisyoneke ku bi însiyatîfa Serokê Meclîsê tê avakirin heye. Bêguman ev yek dê bibe sedem ku hêz û qada nîqaşê ya komisyonê teng be. Helbet ku bi qanûnê nehatiye avakirin nayê wê maneyê ku em girîngiyê nadin komisyonê. Avakirina komisyonê pir bi qîmet e, ji ber ku di dîroka 100 salî ya komarê de cara yekem e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî di Meclîsê de komisyonek tê avakirin û nîqaş tê kirin. Di vî warî de girîng e, lê bêguman kêmasiyên wê jî hene. Em bawer dikin ku ev kêmasî dikarin di van du mehan de, bi taybetî di dema ku Meclîs girtî ye, bên çareserkirin. Hêvî û hewldana me ji bo vê yekê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Geliyê Qiyametê hawara fermanan
Nûçeya Pişt re ‘Fermana 2014’an encama siyaseta 100 salî ya Iraqê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêx Murşîd Xeznewî: Ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim

Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê şervanekê YPJ’ê parve kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Welatên Ewropayê serlêdana penaberiyê ya Sûriyeyiyan rawestandin

Swîsreyê ragihand ku wan serlêdanên Sûriyeyiyan ên ji bo penaberiyê rawestandine. Heman biryar ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayik: Çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Rêber Apo armancên komplogeran têk bir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?