Kedkarê Çapemeniya Azad nivîskar-rojnameger Seyît Evran di 22’ê Îlona 2023’an de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran bi xebatê xwe yê 30 salan re bû bîra Çapemeniya Azad. Evran, mîrasa ku ji Apê Mûsa wergirt, li 4 parçeyên Kurdistanê gihand bi sedan rojnamegeran.
Şêwirmendê Yekîtiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî bi boneya 2’emîn salvegera şehadeta nivîskar-rojnameger Seyît Evran axivî. Cizîrî di şexsê Seyît Evran de hemû şehîdên azadiyê û şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî. Cizîrî behsa jiyan û têkoşîna Seyît Evren kir û wiha got: “Dema mirov qala hevrê Seyît dike hevaltî, hezkirina welat û hezkirina ji ragihandinê re, gel û xwişk-biratiya gelan tê bîra mirov. Heval Seyît di malbateke welatparêz de jidayik bibû û bi taybet bapîrê heval Seyît têkoşerek ku di nav şoreşa Şêx Saîd de cih girtiye. Vê yekê bi demê re bandoreke mezin li malbat û kesayeta heval Seyît kir. Di despêka avabûna fikira azadiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve derket, malbata heval Seyît yek ji malbatên ku ji despêka avabûnê de fikira azadiyê hembêz kirin û tevlê bûne.”
‘JI GURBETELLI ERSOZ BANDOR BÛ’
Cizîrî anî ziman ku rojnemevan Seyît Evran bi naskirina Gurbertellî Ersoz herî zêde bandor bû û wiha pê de çû: “Di sala 1985’an de heval Seyît di zanîngehê de şehîd Gubertellî Ersoz ku di nav xebata çapemeniyê de têkoşereke mezin bû nas dike û heval Seyît herî zêde di wê demê de bi bandor dibe. Piştî wê demê heval Seyît di nav kar û xebatê de cih girt û timî dixwest rastiya şoreş û têkoşînê nas bike û rastiya dewleta Tirk a dagirker eşkere bike. Lêgerîna heval Seyît gelek berfireh bû. Di nav xebat û têkoşînê de û bi nêzîkbûna xwe bi hevalên xwe re di demek kurt de bandoreke pir mezin li ser hevalên xwe yên li zanîngehê kir.”
‘DI SALÊN 90’Î DE TEVLÎ XEBATÊ DIBE’
Cizîrî da zanîn ku rojnemevan Seyît Evran di sala 1990’î de tevlî nav xebatê bû û wiha got: “Ji bo ku wan rastiyan eşkere bike û têkoşîna xwe bide meşandin di sala 1990’î de hevalê Seyît xebata ragihandinê hilbijart û tevlî nav xebatê bû. Di dema ku kesî nikarîbû rojnamevaniyê bi bixwîne û tevî astengî û êrîşên dewleta Tirk ên hovane li hember rojnemevanan û bi sedan rojnemevan şehîd xistin. Heval Seyît bi qehremanî û cesareteke mezin weke rojnemevanekî di nav xebatê ragihandinê de cihê xwe girt.”
LI HER QADÊ BÛ DENGÊ HEQÎQETÊ
Cizîrî got ku rojnemevan Seyît li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xebata xwe da meşandin û wiha dom kir: “Heval Seyît xebat û têkoşîna xwe li çiyayên azad berdewam kir. Ew şagirtê Gurbetellî Ersoz bû. Ew şagirtê Xelîl Dag bû bi kamera, nivîs û pênûsa xwe xwest ji nêz ve qehremanî û berxwedana gerîla bişopîne û ji bo azadiya gelê Kurd bixebite. Heval Seyît yek ji wan pêşengên ku ji bo rastî di tariyê de nemîne tevî wê demê şert û mercên giran hebûn jî xebat û têkoşîna xwe li çiya berdewam kir û erka ku dihate pêşiya wî pêk dianî. Piştî vê berê xwe da gelek dever û welatên cîhanê weke Yekîtiya Sovyetan, Ermenistan û gelek welatên din û di gihandina dengê şoreşê û gelê Kurd li welatan roleke mezin lîst. Her wiha piştî demekê hevalê Seyît berê têkoşîna xwe da Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li wir xebatên berfireh û girîng da meşandin. Tecrubeya ku li çiyayên azad girtibû li wir belav kir.”
JI DÊRÎKÊ HETA EFRÎNÊ
Rojnamevan Cizîrî bilêv kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re rojnemevan Seyît berê xwe da qada şoreşê û wiha got: “Piştî ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê li dar ket, hevalê Seyît berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ji Dêrîkê û heta bi Efrînê gund bi gund geriya. Taybetmendiya heval Seyît ew ku timî bi çoş bû. Ew hêza ku di kesayeta heval Seyît de derdiket pêş diyar bû tenê kesên ku barên giran hildane ser milê xwe û dixwazin wî barî bi encam be, wê hêz di kesayeta xwe dihewîne. Perwerdeya ku ji tecrubeyên li çiyayên azad girtibû li Efrînê bi hevalên xwe yên rojnemevan re parve kir. Ew hêza wî ya perwerdehiyê dihişt ku mirov li hemberê wî ji bo ragihandinê hezkirineke mezin di dile xwe de çêbike. Heval Seyît ne tenê rojnemevan bû, di heman demê de şoreşger bû û ew ruhê şoreşgerî û girêdana bi Rêbertî û şehîdan xebata xwe di asta herî bilind û rast de dida meşandin.”
‘STÛNÊ BINGEHÎN Ê ÇAPEMENIYA ROJAVA BÛ’
Di berdewama axaftina xwe de Cizîrî li ser rola Seyît Evran a di avakirina Çapemeniya Azad a li Rojava de axivî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Tevî hemû siyasetên ku li ser gelê Kurd dihate meşandin, lê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek ji stûnên ragihandinê yê Rojavayê Kurdistanê bû. Di her pêvajo, bûyer û pêşketinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêş diketin, heval Seyît bi lêgerîneke mezin xebatên xwe dida meşandin. Heval Seyît di xebatên ragihandinê de dibistanek bû ku gelek tecrube jiyan kiribû û mîraseke geleke mezin ji xebatê ragihandinê re kom kiribû.”
JI ALIYÊ GEL VE DIHATE HEZKIRIN
Cizîrî anî ziman ku rojnemevan Seyît ji aliyê gel ve dihate hezkirin û got: “Hezkirina heval Seyît li hember gel zêde bû û di heman demû de heval Seyît jî ji aliyê gel ve dihate hezkirin. Kesayet, nêzîkatî, xebat, ked û hezkirina hevalê Seyît di dilê gel de cih girt. Heval Seyît di axaftina xwe ya dawî de wiha got, ‘Aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e û aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan’. Di rastiyê de heval Seyît di her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat de kar kir. Dema mirov wan gotinên heval Seyît dibîne û nas dike, mirov mezinbûna hevalê seyît nas dike.
Divê em wekî hevalên, heval Seyît û şagirtên wî xwedî li vê mîras, hezkirinê û têkoşîna ku daye meşandin derkevin, da ku em bikaribin hêviya ku heval Seyît dixwest pêk bîne em bikin. Daxwaza heval Seyît ew bû ku Kurdistaneke azad û civakeke demokratik û xwişk-biratiya gelan were avakirin. Rastî hertim werin eşkerekirin û di tariyê de neminin. Divê em van pêk bînin. Divê şagirtên heval Seyît li ser van rêgezan têkoşîn û xebata xwe bidin meşandin. Çawa em qala berxwedana 14’ê Tîrmehê, zindanê û pêşengên despêka avabûna tevgerê de dikin, divê em jî di ragihandinê de ked û hezkirina hevalê Seyît ê gelekî mezin û bi nirx ji xwe re esas bigirin.”