Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye hatibû destpêkirin di roja 65’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK-PAJK’ê ku 3 meh li pey xwe hişt, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hatibû destpêkirin û wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.
27 ‘ê Mijdarê dîroka destpêkirina çalakiyê, di heman wextê de dîroka lidar xistina ‘kongreya damezrîner’ a PKK’ê ya sala 1978’an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ye. 15 ‘ê Sibatê jî salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê di sala 1999’an de û veguhastina wî ji bo Tirkiyeyê di encama komployeke navneteweyî de ye.
Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, 34 meh in destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.