ANF/STENBOL
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.
Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiya îro bûn. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Tulay Hatîmogûllari, di çalakiyê de bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got: “Tiştên îro li girtîgehan diqewimin, mîna kiriyarên serdema cuntaya 1980’ê ne. Heman sepan li girtîgehan di meriyetê de ne. Li cihekê tecrîda Îmraliyê lê didome em dibînin bê ka li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane astengiyeke çiqas mezin e. Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. Di serî de girtiyên nexweş, divê muameleya xerab û dermirovî ya li dijî hemû girtiyan tavilê bi dawî bibe. Girtiyên nexweş di mercên herî giran de tên ragirtin. Serlêdanên ji bo ATK’ê her tim bi demê re tên vehêlandin.”
Hatîmogûllari, girtîgehên bi tîpên F, L û S’yê rexne kir û wiha pê de çû: “Li van girtîgehên behsa xeberê, êşkence di nava êşkenceyê de tê kirin û tecrîd di nava tecrîdê tê ferzkrin. Tu eleqeya vê pergalê bi mafên mirovan re nîne. Em li vir bang li rayedaran dikin; van pirsgirêkan bi dawî bikin û rewşa girtiyên nexweş careke din ber çavan re derbas bikin.”
Hatîmogûllari, bal kişand ser taloqkirina tehliyeya girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye ev binpêkirinên giran ên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Ji bo vê jî malbat her roja yekşemê dengê xwe bilind dikin. Em jî dengê xwe li dengê wan zêde dikin û dibêjin ku li dijî van binpêkirinên giran ên mafên mirovan û ji bo parastina azadiyê em bi malbatên xwe re ne. Em ê piştevaniyê mezintir bikin. Em ê teqez bi ser kevin û wan caxên hesin û wan dîwarên sar bi hev re parçe bikin.”
Bakirhan, jî ev tişt anî ziman: “Heke hûn bixwazin bê ka li welatekî azadî û demokrasî heye yan na, wê demê li girtîgehan binêrin. Axaftina bi Kurdî û govenda Kurdî weke sûc tê dîtin. Îro li Tirkiyeyê milet ji ber ku govend gerandine di girtîgehê de ne. Ji ber ku fikrên xwe gotine hatine girtin. Ji ber ku li pey heq û hiqûqê ketine niha girtî ne. Yên xwedî li îradeya xwe derketin niha girtî ne. Girtîgehên Tirkiyeyê nîşan didin ku demokrasî tune ye.”
Bakirhan, pirsên “Gelo ma hûn qet bêzar nebûn, ma hûn newestiyan?” kir û wiha axivî: “We ev welat wêran kir, we aboriya wê tune kir. Li her çar aliyên cîhanê dibêjin li Tirkiyeyê azadî û demokrasî tune ye. Lê hûn heman tiştan dîsa dikin. Heta ku hûn mirovan biavêjin zindanan dê aboriya we her di vî halî de be û wê wêran be. Hûn dê xweşiyê bi xwe nebin. Lîreyê we bû xwelî. Kesek nabêje Tirkiye welatekî demokratîk e.”
Bakirhan, daxuyand ku pirsgirêka sereke ya welêt pirsgirêka Kurd e û mezintirîn aktorê çareseriyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan dibêje ‘werin em pirsgirêka Kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin.’ Hûn çima çareser nakin? Guftûgo û muzakere vî welatî parçe nakin. Feraseta ku Kurdan, muxalîfan diavêje zindanan û êşkence dike dê Tirkiyeyê dabeş bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi muxatabên wê re dê zirarê nede vî welatî. Lê ev sepanên we zirar didin. Çima? Kurd dibêjin ‘di hiqûqê de cotstandartî heye.’ Lewma jî em dibêjin dev ji vî aqilî berdin, dev ji vê hovîtî, êşkence, nîjadperestî û faşîzmê berdin û tavilê girtiyên nexweş, girtiyên siyasî yên we bi awayekî derhiqûqî girtin û girtiyên înfaza xwe temam kirin berdin.”
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Vekirina deriyên girtîgehan dê bike ku zemîna nîqaşên li ser demokrasî û azadiyê çêbibe. Tê wateya nîqaşkirina meseleya Kurd. Tecrîdê rakin û mîna di sala 2015’an de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa maseya guftûgo û muzakereyê ava bikin. Bi muxataban re rûnin. Werin em mîna mirovan nîqaş bikin.”
Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.