Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 969’an de bi koma 188’an didome.
Çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 187’an Gulê Urek daxuyanî xwend.
Gulê Urek bal kişand ser armanca çalakiyê û got: “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, wê têkoşîna me berdewam be. Îro fikirên Rêber Apo ji bo civakê nefes girtineke, li rûxmê ku Rêber Apo di zindanê de ye jî, dikare gelê Kurd ji komkujiyan biparêze. Eger Rêber Apo fîzîkî azad bibe wê giştî cîhan li ser fikirên Rêbertî di nava aramiyê jiyan bike. Ji bo wê em silav û heskirinên xwe ji bo wan kesan dişînin yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn dimeşînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma nû hat kirin.

