Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, tevgera azadiyê ya Kurd gelek gavên şênber avêtin, lê ji aliyê desthilatdariyê ve gavek şênber nehate avêtin. Di vê çarçoveyê de Kurdan wek gava yekem, xwestin ku biryara “Mafê Hêviyê” ya derbarê Rêber Apo de ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatibû dayîn, were bicîhanîn û azadiya wî pêk were. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) piştî rûniştina xwe ya 15-17’ê Îlonê, careke din bang li Tirkiyeyê kir û daxwaz jê kir ku “Mafê Hêviyê” li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rêya hiqûqî were çareser bike. Lê belê heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve ji bo “Mafê Hêviyê” tu gavek nehatiye avêtin.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevanî yên Malbatên Girtî û Hîkûmxwaran (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat derbarê “Mafê Hêviyê” de wiha got: “Berî her tiştî, em dixwazin bibêjin ku pêvajoya heyî pir hêja û bi qîmet e. Ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, heke ev pêvajo li Rojhilata Navîn û hemû herêmê ku dikare bibe model, serkeftî bibe, dê di wateya mirovî, sincî, wijdanî û hiqûqî de sûdên mezin çêbibin. Li Rojhilata Navîn rewşeke şer a cidî heye. Ji ber vê yekê, ev nîşanî me dide ku ev pêvajo çiqas bi qîmet e. Tam di demekê ku şer, komkujî hene û mirov perîşan in de, bi banga Birêz Abdullah Ocalan, tevgera siyasî ya Kurd gelek gav avêtin. Ev gav fedakariyeke mezin e. Ligel van hemûyan, nêzîkatiya pratîkî ya dewletê ya li ser pêvajoyê ji cidiyetê dûr e. Gavên ku ji aliyê fîzîkî ve bên dîtin nehatine avêtin. Mîmarê vê pêvajoyê û yê ku ev pêvajo daye destpêkirin Birêz Abdullah Ocalan e û tecrîd hîn jî didome. Bi taybetî israra komîsyonê ya ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin neke, bi tecrîdê ve girêdayî ye. Van hemûyan nîşan dide ku nêzîkatiya dewletê ya li ser pêvajoyê ne cidî ye. Tam li vir azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêwîst e. Tenê kesê ku dikare vê astengiyê bi awayekî giştî derbas bike, Birêz Ocalan e. ‘Mafê Hêviyê’ jî li vir dikeve dewrê.”
EGER DEWLET AŞTIYÊ DIXWAZE DIVÊ GAV BIAVÊJE
Canpolat anî ziman ku divê dewlet dereng nemîne û gavên pêwîst derbarê ‘Mafê Hêviyê’ de bavêje: “Eger dewlet bi rastî aştiyê dixwaze, divê gav bavêje û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk bîne. Divê aktora sereke ya pêvajoya aştiyê Birêz Ocalan, bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî û bi hemû beşên Tirkiyeyê re têkiliyan deyne. Ev pêvajo pêvajoya nûkirina hiqûqa xwişk-biratiyê ye. Ev pêvajo pêvajoyeke ku dê sedsala me ya bê bandor bike. Aştiya ku dê pêk were, dê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn jî destkeftiyan peyda bike. Lê rêya vê yekê ji azadiya Birêz Abdullah Ocalan derbas dibe. Heya Birêz Ocalan ne azad be, yek lingê maseya aştiyê her tim kêm dimîne. Divê hemû gelên bindest di vê mijarê de israr bikin. Li pêşiya me paşerojeke bê şer heye. Divê her kes xwedî li vê pêşerojê derkeve. Divê dewlet ji bo azadiya Birêz Ocalan zû gavên pêwîst bavêje. Zimanê dewletê êdî divê ne yê derengxistina pêvajoyê be. Li vir pêşeroja gelan di holê de ye. Em dibêjin û israr dikin ku divê dewlet zû zelal bibe. Bikaranîna ‘mafê hêviyê’ ji bo Birêz Abdullah Ocalan nêzîkatiya dewletê ya li ser pêvajoyê nîşanî me dide.”
DIVÊ HIQÛQA XWIŞK-BIRATIYÊ BÊ AVAKIRIN
Canpolat bal kişand ser wê yekê ku ligel Rêber Apo, “Mafê Hêviyê” yê gelek girtiyan jî tê binpêkirin: “Girtina mirovekî heta hetayê di zindanê de, dayîna vê hestê, bi serê xwe zilm e. Dewlet di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de, israr dike ku ‘mafê hêviyê’ bikar neyne. Lê li Tirkiyeyê bi sed hezaran girtî hene ku bi muebbeta girankirî têne darizandin û ceza digirin. Eger behsa hiqûqa biratiyê tê kirin û behsa pêvajoyeke nû ya avakirinê tê kirin, divê pêşî ev biratî bigihêje heman astê. Divê ev ne bi gotinê, lê bi pratîkê were kirin. Divê dewlet zû ber bi rêkeftineke zagonî ve biçe. Divê ‘mafê hêviyê’ were bicîhanîn. Ger ev rewş derbas bibe, dê ji aliyê hemû gelan ve bibe sedema paşveçûnê. Ev paşveçûn dê qet kesî bi ser nexîne. Divê dewlet zû gavên pêwîst bavêje û ‘mafê hêviyê’ bê derengî bicîh bîne.”

