Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek’
Rojava

‘Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek’

Bekir Hec Îsa anî ziman ku hîna xeteriya DAÎŞ û gelek pîlanên dewleta ji bo tunekirinê vê şoreşê hîn jî dewam dikin û got, "Em ê jî bi fikrê neteweya demokratîk dawî li sîstema desthilatdar bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ji Rêveberiya Peywendiyên Siyasî ya li Kantona Firatê Bekir Hec Îsa li ser 10’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ ya li ser Kobanê ji ANF’ê re axivî.

Bekir Hec Îsa anî ziman ku beriya şoreşê jî ew birêxistinkirî bûn, xwedî mîrateyeke berxwedanê bûn û got, “Çirûska xwe li Kobanê di 19’ê Tîrmehê de destpê kir bi armanca pêkanîna şoreşê bû. Gelek kes li hemberî wê şoreşê rabûn. Bi navê Artêşa Azad, dûre bû Cebhet El Nûsra û piştî wê jî bû çeteyên DAÎŞ’ê, tenê cilê wan hat guhertin û navê wan hat guhertin, lê feraset û armanca wan tunekirina vê şoreşê bû.”

Bekir Hec Îsa diyar kir ku bi hemû rêbazan êrîş li şoreşê hate kirin û got, “Di 15’ê Îlonê de êrîşî Kobanê kirin û xwestin wê şoreşa ku ji Kobanê destpê kir li Kobanê tune bikin. Her kes zane kê piştgirî da DAÎŞ’ê. Dema êrîşî Mûsilê kirin, rejîma Iraqê nikarîbû sê rojan jî li ber xwe bida. Ruxmî ku desteka koalîsyonê ji rejîma Iraqê re jî hebû, lê dîsa çeteyên DAÎŞ sê rojan hemû kirin bin kontrola xwe. Piştî ku Mûsil hat dagirkirin, berê xwe dan çirûska ku şoreş lê hatibû destpêkirin. Berê xwe dan Kobanê û di 15’ê Îlonê de ji her alî êrîşî Kobanê kirin. Di heman wextê de jî dewleta Tirk ji aliyê sînor piştgirî didan çeteyan û xwestin wî rih û felsefeya Neteweya Demokratîk tune bike û dawî lê bîne. Lê şewqa wê êdî ber bi hemû welatan ve çûbû, kesî nikarîbû wê yekê tune bike.

‘BAJAREKÊ BIÇÛK NAVÊ XWE LI HEMÛ CÎHANÊ BI BERXWEDANÊ BELAV KIR’

Dema ku em behsa Kobanê dikin û cîhan jî bi giştî behsa Kobanê dike tenê berxwedanê tê bîra mirovan. Ev berxwedan jî tenê bi qilêşeke biçûk bû û li hemberî hemû tank û topan bû. Gel bi zarokên xwe re bû yek û Kobanê parast. Kaolîsyon beriya ku alîkariyê bi Kobanê re bike, destek û sîleh didan artêşa azad, li Mûsilê jî destek dikir. Lê ne Mûsil û ne jî Artêşa Azad li hemberî DAÎŞ’ê nikarîbû li ber xwe bide. Diyar e ku berxwedana Kobanê û navê Kobanê ku li cîhanê bi giştî deng veda ew jî bi saya YPG û YPJ’ê bû. Şervanan soz dabû bi wê axê. 12 heval li dibistana Sersorî li hemberî sê tankan tenê bi qilêşa xwe şer dikin û heta dilopa dawî rêya berwedanê tenê dişopînin. Ev bû bingeha berxwedana Kobanê û bi berxwedan û îradeya gel Kobanê bi ser ket û navê xwe li tevahî cîhanê belav kir. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê hemû li ser sînor bûn û nobed digirtin ji bo Kobanê. Bi çekên sivik terora DAÎŞ’ê hat tunekirin.”

Bekir Hec Îsa ragihand ku Kobanê bû mînaka berxwedanê û got, “Rêber Apo ji bo Kobanê seferberî ragihand û bar da ser milê her Kurdekî. Rêber Apo got, ger Kobanê bikeve wê Kurdistan jî bikeve. Çawa sedsala ku derbasbûyî mafa Kurdan tune bû, ger ne ji seferberiyê be jî wê em ê dîsa sed salê din bê nasname bûna. Ji her çar parçeyê Kurdistanê û gelê azadîxwazan berê xwe dan Kobanê. Min ew kêlî dît, di nava Kobanê de gelek zaraveyên ziman me bihîstin, Kurdî, Soranî, Behdînanî û Zazakî me bihîstin. Rihê wan berxwedêran yek bû, ew jî berxwedanî ji bo Kobanê ye. Ew rihê ku li Kobanê derket wê bibe mînak ji bo tevahî partiyên siyasî. Divê êdî em ji vê berxwedanê hêz bigrin û li dûrî berjewendiyên xwe bikevin, divê em bi rihê berxwedana Kobanê bi hev re rabin û li dijî wê zihniyetê li ber xwe bidin. Divê em ne tenê desthilatdariya xwe û eşîra xwe biparêzin, divê ji bo mafê her Kurdekî em xwedî erk bin.”

HÎNA XETERIYA DAÎŞ`Ê HEYE Û GELEK PILAN JI BO TUNEKIRINA VÊ ŞOREŞÊ JÎ HEYE 

Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de got, “Divê êdî em Kurdistana xwe biparêzin, wê dawî li desthilatdariyê bê û rihê berxwedanê yê gel tenê bimîne. Divê li tevahî dibistanan rihê berxwedana Kobanê were fêrkirin. Em bang li hemû gelê xwe yê her çar parçeyê Kurdistanê dikin, hîna xeteriya DAÎŞ`ê heye, gelek pîlanên dewletan ji bo tunekirina vê şoreşê heye. Em bang li tevahî partiyan dikin ku divê êdî em rabin ser piyan li dijî van sîstman û em dawî li wê desthilatdariyê bînin. Ruxmî ku DAÎŞ ji aliyê eskerî ve tune bûye lê xwe bi rêxistin dike. Vaye li dora me dorpêçkirî ye, li Cereblûsê, Girê Sipî û Serêkaniyê bûye cihê perwerdeyê ji DAÎŞ’ê re. Divê em bi rihê projeya Neteweya Demokratîk êdî dawî li sîstema desthilatdar bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye
Nûçeya Pişt re Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Yekrêziya Kurdî li Qamişlo komxebat hat lidar xistin: Rola me dîrokî ye

Di Komxebata bi navê “Yekrêzîya Kurdî: Awayên Xurtkirina Wê û Asoyên Paşerojê” ku li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPCˋê 3 çeteyên ku hewl dan bikevin taxa Şêxmeqsûdê girtin

Hêzên Parastina Cewherî (HPC) 3 çeteyên ku xwestin derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzmîrê 6 rojnamevan hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 5 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS û Gazete Dûvar, her…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Înîsiyatîfa Gel êrişên li ser koçberên ji Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar: Bila Kurdî di destûra bingehîn de bi fermî bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Til Temirê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?