Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Careke din birînên me yên qemûşgirtî vedibin û xwîn ji wan dipijiqe
Kurdistan

Careke din birînên me yên qemûşgirtî vedibin û xwîn ji wan dipijiqe

Mirov dixwaze devê xwe bilebitîne, tevahî kerba xwe bi ser wan tundrewan, hovan û efendiyên wan ên “medenî” vala bike û her gotina xerab layiqî wan bibîne. Teqez divê were zanîn ku sersebebê wan komkujiyan jî ew “medeniyetparêz” bi xwe ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gelê Kurd gelek êşên dijwar jiyane. Hîna jî wan êşan dijîn û birînên wan perçivîne. Ew birînên perçivî jî xwîn û edabê diavêjin û weke rûbaran xwîna mirovên Kurd bêsînor diherike, wijdanê mirovan bi xwe re dibirijîne. 200 sal in ku mirovên Kurd her di nava komkujiyan de bi qîrîn, nalîn, girî, şîn, jan, kuştin û talanan re rû bi rû maye. Wiha li wan hatiye ku her radibin û dikevin. Ji hêz ketine û bi erdê re bûne yek. Jixwe wiha li gelê Kurd hatiye ku komkujî bûye parçeyek ji jiyana wan û nexasim jî komkujiyên mezin hatine serê Kurdên Ezidî yên di 74 komkujiyan re derbas bûne. Dema mirov dibêje, Êzidî komkujî tên bîra mirovan û mirov xembar dibe. Ez pirs dikim gelo Ezidiyên pêşiyên me yên destpêkê çi kirine, desthilatdarî li ser kê meşandine û welatê kê talan kirine? 

Ma hovîtî ewqasî dibe? Ma mirovahî miriye û em ê niha çawa qala mirovahiyê û medeniyetê bikin? Çi derewe ku pergala sermayedar ji xwe re dibêje, medeniyetparêz? Ez jî pirs dikim gelo medeniyetparêzî, bi hovîtî û tundrewiyê dibe? Gelo ev çi medeniyet e ku hov û tundrewan diparêze, jin, zarok û mirovên bi temen mezin dike qurban, li pey sûdmendiya xwe dibezin û gelan diperçiqînin, wan ji xwe re dikin qurban. Dema mirov li ser rewşa Kurdên Ezîdî dihizire, mirov gelekî hêrs dibe. Mirov dixwaze devê xwe bilebitîne, tevahî kerba xwe bi ser wan tundrewan, hovan û efendiyên wan ên “medenî” vala bike û her gotina xerab layiqî wan bibîne. Careke din ez ji wan efendiyan re dibêjim, gelo wan gelan çi kirine, çima navên wer nelirê li wan dikin, çima ji wan re dibêjin, heram, xenzîr, şeytênperest? Çima ji bo wan bikin hedef û komkujiyan li ser wan pêk bînin, navên wer cuda li wan dikin? 

Ez jî dibêjim, ên faşîst, qatil, tundrew, talangir û kafir ew bi xwe ne ku dibêjin, “Em medeniyetparêz in” û qet mirovahî li cem wan peyda nabe. Dema em vedigerin pelên dîrokê û lêkolîn dikin em dibînin ku em hemû jî neviyên Êzidiyan e. Di serdemên berê de serweran gelek komkujî li ser me pêk anîne. Em weke netewe parçe parçe kirine û hîn jî razî nînin. Naxwe divê mirovahî haj li rastiyên dîrokî hebe. Ji bo haya mirov hîn baştir ji heqîqetên dîrokî hebe, teqez divê zanebûneke mirov a felsefî û civakî jî hebe. Ji bo mirov rastî û şaşiyan ji nav hev derxe, divê di asta civaknasan de xwe zana bike. Dirêjahiya dîroka civaka me ya Êzidî digihîje zanyar û fîlozofê xwezayê Zerdeştê Kal. Rastiya wê di nava Mishefa Reş de hatiye nivîsandin û hîna jî ev ola kevnar pir baş nehatiye naskirin. 

Çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hovîtî û tundrewî êrîşî Şengalê û xelkê me yê Êzidî kirin. Bi sedan  zarok, jin, mêr û mirovên temen mezin, kirin hedefa xwe. Ew bi rêbazên dermirovî kuştin û warê wan talankirin. Ne tenê ev, dest avêtin rûmeta wan, bi sedan, keç, bûk û jinên gelê Şengalê kirin nav qefesan birin li bajarên weke Reqayê li bazaran firotin. Jixwe hewce nake em li ser hêzên tundrew ên DAÎŞ’ê, dirêj xeber bidin û wan bidin naskirin. Ji ber li her deverê û di nava hemû gelan de têne naskirin. Hovîtiya wan pir baş derketiye holê. Lê erka me ye teqez em rastiya wan hovên tundrew derxin holê û kiryarên wan bi gelan bidin naskirin da ku her kes zanibe wan dirinde û gemaran çi kirine û bi tundî wan tawanbar bikin. Dema çeteyan 3’yê Tebaxê berê xwe dan gelê Şengalê, tevahiya cîhanê dît, lê mixabin gelek welat bêdeng man û rola sê meymûnan berdewam kirin. 

Dema  mirov temaşeyî vîdeoyên komkujiya Şengalê ya wê demê dike, ronahî di çavên mirovan de namîne. Ji dilê mirov tê ku tevahî navên herî xerab ên weke “hov, dirinde, qatil, bêwijdan, faşîst û hwd.” li wan çeteyên dijminê mirovatiyê bike. Ez bawer im ku ne Sargon (Împaratorê yekem ê cîhanê) û ne jî Hammurabî yê xwediyê 1000 zagonî, ne jî Hîtler, Mussolînî karên wiha xerab, tundrew û xwînrij kirine. Lê DAÎŞ’yên ji pîvanên mirovahiyê bêpar, her tişt anîn serê mirovên sivîl ên Şengalê û ew di komkujiyan re derbas kirin. Dema ku ez behsa vê rewşa xerab dikim, xwe mîna di nav zemîn lerzekê (zelzele) de me û dinya li dora min xerab dibe his dikim. Lê mixabin dewletên sermayedar û pêşengên wan ên pozîtîvîst ne dibînin, ne deng digirin û ne jî behs dikin. Teqez divê were zanîn ku sersebebê wan komkujiyan jî ew “medeniyetparêz” bi xwe ne. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDK-E: Hiqûqa Ewropayê mecbûr e ku rojnamevanan biparêze
Nûçeya Pişt re Evîna di bin keviran de hatî veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Li dijî desteserkirina îradeyê rabin serhildanê!

KCK: Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sindoqên li Payîzavayê radestî cerdevanan tên kirin

Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Payîzavayê biryar da, sindoqên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li 4…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên Tirk li Efrînê 6 kes revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wî li Efrînê 6 kes revand û qadên daristanê ya gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojava rêxistina nava taxan xurt dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koordînasyona Jinan a Kobanê daxwaza rakirina dorpêçkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?