Nivîskar-rojnamevan Huseyîn Aykol ku li mala xwe ya li Enqereyê doh êvarê xwîn çû ser mejiyê wî, rakirin nexweşxaneyê û emeliyat kirin. Piştî emeliyatê Huseyîn Aykol birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku vê sibehê cara duyemîn xwîn çûye ser mejiyê wî.
Doktoran agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Aykol dan û gotin, hîn zelal nebûye ku pêwîstî bi emeliyateke nû heye yan na. Doktoran diyar kirin ku rewşa Aykol hîn jî cidî ye.