Di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de “guhdarîkirin” û “nivîsandina raporan” a li ser zemîna çareseriyê ya li Meclîsê, bi nîqaşên li dora pirsgirêka Kurd dewam dike. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek pêvajo ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku raporên AKP, MHP û CHP’ê dûrî çareseriyê ne. Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku cewhera meseleyê naskirina bi destûra bingehîn û hevalbendiyeke herêmî ye.
Çîftyurek diyar kir ku piştî guhdarîkirina li Rêber Apo partiyan perspektîfên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin û got, “Pêwîstî pê tine bû ku raporên dirêj ên ji 100-200 rûpelî binivîsanda. Ji ber ku ji aliyê cewherî ve nuqteya ku lê digihêjin hev naguhere. Xwe nadin ber lêkirina navê meseleyê jî. Di encama aqlekî ku nikare bibêje ‘Meseleya Kurd’ metin hatin amadekirin. Ev metn çareserî nîne, temsîliyeta neçareseriyê ne. Eger ew pênaseya welatîbûna yekperest a li xala 66’an a Detûra Bingehîn û qedexeya perwerdeya zimanê dayikê ya li xala 42’an tê parastin, hingî ti wateya nivîsandina bi sedan rûpelî nîne. Heta ku Kurd bi rengekî destûra bingehîn neyên naskirin, tiştên din hemû detay dimînin.”
Çîftyurek ragihand ku di nîqaşên li ser civakîbûna aştiyê de divê dewlet û hikumet bi berpirsyariyeke hîn cidî tevbigerin û anî ziman ku DEM Partî bi mîtîng û civînên gel pêvajoyê di nav hev de dimeşîne, civak jî ji dewletê li benda gavên şênber e. Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo aştî hem li cografya Kurdan hem jî li rojavayê Tirkiyeyê bersiva xwe bibîne divê dewlet hin gavan biavêje û got, “Dewlet eger bi rengê ‘Belê, ez hebûna Kurdan qebûl dikim û vê jî di Destûra Bingehîn de qebûl dikim’ îradeyekê nîşan nede, gotina ‘Bila zarok nemirin’ wê tenê dirûşmeyek be.”
ZIMANÊ DAYIKÊ Û TÊGEHA HIQÛQÎ
Çîftyurek diyar kir ku dewlet divê guh bide daxwazên gelê Kurd ku li her platformê tîne ziman û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Hejmara me çiqas dibe bila bibe, çi 5 milyon çi jî 30 milyon be; mesele hejmar nîne, mesele qebûlkirina hebûna me ye. Divê hebûna gelê Kurd bi destûra bingehîn bê garantîkirin. Naskirina statuya cemaweriyê û perwerdeyê girîng e. Têrê nake ku Kurdî tenê weke ‘zimanekî helal’ bê bîranîn; şert e ku bibe zimanê perwerdeyê û li qada cemaweriyê jî bibe xwedî statuyeke fermî.”
Çîftyurek anî ziman ku ji akamîsyenan heta bi siyasetmedaran bi hezaran mirov girtî ne, sedema vê yekê jî meseleya Kurd e û got, “Birêz Ocalan çima girtî ye? Ma ne ji ber pirsgirêka KUrd e? Bi hezaran mirov bi heman rengî negirtî ne? Destpêkê divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê nermkirin. Dawî li kiryarên qeyûm bê anîn; îradeya gel bê radestkirin. Sirgûnkiriyên siyasî vegerin, hemû qedexeyên li pêşiya siyasetê bêne rakirin. Ev yek ne çareseriyek e; tenê sererastkirina ziyana ji ber meseleyê ye.”
Çîftyurek gefên li ser Rojava jî rexne kir û anî ziman ku rêya mezinbûna Tirkiyeyê ya li herêmê tifaqa bi Kurdan re ye. Çîftyurek bal kişand ser gotina Serokê Saziya Dîrokê ya Tirk ku gotibû, “Dema Tirk hatin, Kurd li vir bûn” û got, “Heta ku Kurd weke hevalbendekî stratejîk neyê dîtin ne li Rojhilata Navîn ne jî li Kafkasyayê polîtîkayeke bi bandor nikare bê meşandin. Divê pê li pişta Kurdan neyê kirin, pêwîste bi Kurdan re hevkarî bê kirin û ev yek wê bi kêrî Tirk û Kurdan be. Li şûna ku Kurdan bi gotina ‘terorîst’ li derveyî sînor bê tepisandin, divê hûn hevkariyeke stratejîk a bi gelekî ku hezar sal in bi hev re ye ava bikin.”

