- Li gorî vê him ji bo xwe û him jî ji bo tevahî Rojhilata Navîn Kurd xwedî hizra çareseriyê ne. Ji derveyî vê rê û rêbazên ku ji bo Rojhilata Navîn in ji bo çareseriyên berjewendperest tişta ku dikin tenê alozî, pirsgirêk û girêka kor a hişmendiya ne.
Erdnîgariya bi navê Rojhilata Navîn niha weke erdnîgariyeke bi pirsgirêk tê pênasekirin. Pirsgirêkên li ser esasê ol, bawerî, mezhebi, netewî, pirsgirêka jin û mêr ên bi hezaran salan heta roja me ya îro jî her berdewame. Lê dema ku analîzek bêkirin tê dîtin ku hin ji van pirsgirêkan çareseriyên dema borîne. Bi taybetî sînorên heyî, şerên ku li derdora van sînoran tê kirin, bawermendên ol û bawerî û mezhebên ku dixwazin bi xwînê, yên xwe li ser ê din ferz bikin, di encama çareseriyên demên berê de ne. Ji wan çareseriyên herî nêz ê sed sal berê niha bû ku li ser mêzekê bi xetkêşan biryara çarenûsa gelan dan û navê Sykes-Picot lêkirin. Bi hêza xwe ya leşkerî û polîtîk ku hizra hebûna gelan tê de nebû, kirasekî hesinî li gelan, li baweriyan û li tevahî erdnîgariya ku landika mirovahî û her cure dewlemendiyê bû kirin. Sînorên bi xetkêşan perçekirina hebûna mirov û hişmendî ava dikir ku herî zêde gelê me yê Kurd û gelên herêmê ji vê yekê bandor bûn. Ev kirasê hesinî di destê hegemonên herêmê, her diçû bêtir dihate tengkirin. Her wiha ji bo gelên Ereb jî bi perçekirina 22 dewletan ji hev hatin xistin û li gorî berjewendiyên qirêj ên zilhêzan hatin bikaranîn. Ji Yemen heta Filîstin heta Lubnan û Surî û Iraq her deverek di nav aloziyeke dijwar de ye. Li hêleke din jî dewletên ereb ên mîna Erebîstan, Dubaî û Katar bi avakirina wahayên di nav biyabanê de dixwazin xwe ji agirê heyî biparêzin lê di heman demê de ew bi xwe jî bi destê xwe agirê heyî gur dikin.
Rêber APO vê diyardeya ku rewşa heyî pir bi zelalî radixe ber çavan dest nîşan dike û dibêje; ‘‘Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasete heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê, her qadek diheje, di nav pêxirtengiyê de ye û li gel krîzê li pey çareseriyê ye.’ Ev rastî bi qasî destnîşankirina heqîqeta rewşa heyî pênase dike, her wiha rêya derketina ji vê pêxirtengiyê jî amaje dike. Ev jî li ser hîmê azadî, dad û kedê avakirina civaka exlaqî û polîtîke ku bikaribe ji vê rewşa bi krîz a heyî derkeve.
Helbet di nav vê gengeşeya mezin de ku li ser rûyê erdnîgariya me dimeşe, ji hêla hişmendî ve aliyê ku herî zêde amade û xwedî dîtineke dahatuyêye, gelê me yê Kurd e. Li gorî vê him ji bo xwe û him jî ji bo tevahî Rojhilata Navîn Kurd xwedî hizra çareseriyê ne. Ji derveyî vê rê û rêbazên ku ji bo Rojhilata Navîn in ji bo çareseriyên berjewendperest tişta ku dikin tenê alozî, pirsgirêk û girêka kor a hişmendiya ne. Ji ber ku Rojhilata Navîn lê bi taybetî Mezopotamya axa qedîm a mirovahiyê ye, divê em vê feraset û hişmendiyên ku vê girêkê ava dikin ji nav hev derbixin. Ji bo vê jî hişmendî, hêz, bawerî û daxwaza avakariyê heta dawiyê heye.