Li gorî agahiyan, cenazeyê Tosûn li ser sînor li cihê lê hate qetilkirin çar roj in tê hiştin. Ji bo wergirtina cenaze malbata Tosûn û şêniyên taxê li benda dozger in ku li gel pisporên mayinan biçe cihê bûyerê.
Xizmên Fehîm Tosûn û şêniyên Taxa Elbêsê bi rojan e li bendê ne ku rayedar gavê biavêjin û cenaze werbigirin. Lê belê li gel ku çar roj di ser re derbas bûne, hîn hewldanek nehatiye kirin.
Şêniyên taxê dibêjin, hiştina cenaze li cihê bûyerê êşa malbatê hîn giran dike.

