Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Gun (Demhat Dersîm) ê ku di 26’ê Adarê de li operasyona Kûtûdereyê ya bi ser Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî teşxîsa li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate rakirin û anîn Cemxaneya Dersîmê.
Gelek kes û parlamenterê Dersîmê yê HDP’ê Alîcan Onlu beşdarî merasîmê bûn. Piştî şuştinê, cenaze bi sloganên “Şehîd Namirin” anîn cemxaneyê.
Piştî rêzgirtinê parlamenter Alîcan Onlu axivî û got, “Bêguman dê û bavê wî êşeke mezin dikişînin. Ev êş nayê ji bîr kirin, lê rûmeta wî wê bi sedan salan bidome. Me ev rûmet li ku dît, li Dersîma 1938’an îxanet hebû, Rêberê Kop hebû lê Zerîfe û Elîşêr jî hebûn. Ne ya Rêberê Kop, rûmeta yên teslîm nebûn û stûyê xwe xwar nekirin îro dijî. Dema helalî hate xwestin, me hemûyan helal kir. Lê a rast heqê Serkan li ser me gelek e. Heta kêlîka dawîn guman nekete dilê wan. Ji bo vî gelî, ji bo ziman û axa me, ji bo Dêrsimê jiyana xwe danîn holê. Ji ber vê jî divê em ji wan helalkirinê bixwazin.”
Piştî axaftina Onlu bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” cenazeyê Gun, ji bo veşartinê birin gundê Dolamaç ê navçeya Pertagê.