Vê êvarê endamê Desteya Serokatiya PYDˊê Salim Muslim li nexweşxaneyek Hewlêrê ya ku lê dihat dermankirin, ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan hatine bidestxistin, wê cenazeyê Salih Muslim ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bê kirin. Piştî ku cenaze li barajê Qamişlo were pêşwazîkirin, wê li Kobanê bi merasîmeke heybet were veşartin.

