Hemû salê li Binarê Qendîlê ku ji gelek xebat û têkoşînên azadiyê ya gelê Kurd re dergûş bûye, bi hatina Gerîla ya li wê qadê agirê Newrozê careke din li wir geş bû û her sala ku derbas bû geştir bû.
Newroza Qendîlê ya îsal jî tevî hemû şertên zehmet ên avhewayî û hewldanên şerê taybet a ku digot wê gel bera xwe nede Newroza Qendîlê, bi tevlîbûna bi sedan kesî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Newroz di çarçoveya pêngava duyemîn a kampanyaya cîhanî ya “Azadî ji bo Ocalan, Çareserî ji bo pirsgirêka Kurd” bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo pirsgirêka Kurd” hat pîroz kirin û peyama xwe gihand.
Di wê pîrozbahiyê de kêliyên rengîn çêbûn ku em goşeyek ji wan kêliyên bi coş bi we re parve dikin.