Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çepnî: DEM Partî ne kombûneke dengan e, tevgereke azadiyê ye
Rojane

Çepnî: DEM Partî ne kombûneke dengan e, tevgereke azadiyê ye

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Mûrat Çepnî diyar kir ku DEM Partî ne kombûneke dengan, tevgereke azadiyê ye û got: “Em ê bernameya xwe ya ekolojîk, demokratîk, alîgirê kedê û şaredartiya gel bînin ziman.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

DEM Partiyê ragihand ku ew ê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adara 2024’an. Di hilbijartinên herêmî de yek ji bajarên ku herî zêde tê nîqaşkirin Stenbol e. DEM Partî ku li Stenbolê xwedî roleke sereke ye, ragihand ku ew ê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî weke namzet nîşan dan.

Yek ji namzetan Mûrat Çepnî ku weke endamê MYK’ê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan û parlamenterê berê yê Îzmîrê yê HDP’ê tê naskirin, têkildarî fikrên xwe yên ji bo Stenbolê û çima li Stenbolê namzet derxistin, ji ANF’ê re axivî.

‘DEM PARTÎ NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YA GEL E’

Çepnî diyar kir ku DEM partî navnîşana çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, bindestan, Elewiyan, karkeran, jinan û ciwanan e û wiha got: “Hemû partiyên din ên bûrjûvayê ji çareser nekirina pirsgirêkan tîmar dibin, yan jî bendewariyên çareseriya pirsgirêkan mijûl dikin. Rewş bi vî rengî be, normal e ku DEM Partî li her qada ku lê ye siyasetê bike û di hilbijartinan de jî namzetên xwe derxîne. Ya nenormal, berevajî wê ye. Eger ne derxîne jî, divê mirov bipirse, ‘çima’.”

Çepnî ragihand ku sîstema sermayeyê armanc dike ku siyaseteke du partiyî-du blokî bike sazî û got: “Ev yek armanc dike ku bindest weke siyasî nederkevin pêş. Yanî êrîşeke tasfiyeyê ya dem dirêj e. DEM Partî li her dera pêkan, bi namzetên xwe ji vê perspektîfê namzet derdixîne û wê derxîne.”

‘EM Ê XEBATÊN XWE BI GEL RE BIMEŞÎNIN’

Çepnî anî ziman ku wê tifaqên demokratîk neyên redkirin û wiha got: “DEM Partî ne kombûneke dengan e, ne partiya hilbijartinê ye, DEM partî tevgereke azadiyê ye. Em tevgerek a gel in. Ji xwe ger ne wisa be, ne pêkan e ku encamên hilbijartinê pêk bên. Xebatên me yên hilbijartinê wê di gelek astan de bidome. Hem wê asta siyaseta giştî, hem jî asta siyaseta herêmî be. Hîn rasttir em ê rêveberiyên herêmî bi siyaseta giştî re binirxînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî ji navenda Enqereyê ne. Înîsiyatîfa herêmî hatiye tengkirin. Em ê xebatên xwe bi gel re bimeşînin. Têkildarî rêveberiyên herêmî, partiya me xwedî ezmûnên girîng e. Derbeya qeyûm jî ji bo şikandina vê ezmûnê ye. Em ê bernameya xwe ya ekolojîk, demokratîk, alîgirê ked û şaredartiya gel bînin ziman.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi şal û şapik tinekirina Kurdan
Nûçeya Pişt re KBDH’ê li dijî sîstema rantê û talanê banga mezinkirina têkoşînê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serlêdana Îmralî hate qebûlkirin, wê 28’ê Sibatê daxuyanî bide

Serlêdana ku Şandeya Îmralî ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk anî, hate qebûlkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kaliforniyayê li dijî şewata mezin 5 hezar agirkuj seferber bûn

Şewatên daristanê yên li eyaleta Kaliforniya ya DYE’yê, qadeke 1.500 km2’yî texrîb kir. Bi hezaran…

Ji aliyê Stêrk TV

NAV-YEK’ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran şermezar kir

NAV-YEK'ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran a li gundê Îşxanê yê Wêranşarê şermezar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?