Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji bo ku koçberên Minbicê mal û milkên xwe yên hatine desteserkirin vegerînin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şertên tacizî danîn û pereyên mezin xwestin.
SOHR’ê diyar kir ku bi dehan malbatên Kurd ên ku vegerîne Minbicê dîtin ku malbatên çeteyan dest danîne ser mal û milkên wan û dema ku wan xwest malên xwe vegerînin, malbatên çeteyan ji bo her malekê 10 hezar dolar xwest.
Li gorî ku SOHR’ê ragihand 5 hewşên wî li bajarê Minbicê hene, lê piştî ew bi alîgiriya QSDˊê hat tawanbarkirin, ji wî hat xwestin ku hewşên xwe dîsa bikire. Şênî got tu makanîzmayeke yasayî yan jî aliyek eleqedar tune ye ku giliyê ji wan re rake.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zehmetî li deverên din ên dagirkirî jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li pêşiya şêniyan tên derxistin.
Koçberan bang li aliyên navneteweyî kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe ya qanûnî û mirovî derkevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ew û çeteyên wê ji xaka wan derkevin.

