Li gundê Sabah El Xeyr ê Reqayê, wesayitek ku sivîlên birîndar tê de bûn ji aliyê çeteyan ve hate revandin.
Birîndarên ku dixwestin biçin Hesekê, li nêzî gundê Sabah El Xeyr ji aliyê çeteyên hikumeta veguhêz ve hatin revandin.
Kesekî bi birîndaran re bû qeyda deng şand û diyar kir ku ew ketin kemîna çeteyan, çeteyan gule li wan reşandin û ew revandin.
Nayê zanîn bê birîndar bi ku ve birine.

