Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî ji herêmê dane, çeteyên hikûmeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk bi 2 dronên xwekujî êrîşî derdora Bendava Tişrînê kirin.
Çavkaniyan, da zanîn ku çeteyan bi droneke xwekujî êrîşî gundê Hec Hisên kir, di heman demê de bi droneke din jî êrişî Girê Sîryatêl kirin.
Çavkaniyan anî ziman ku tu zirar çênebûne.

