Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê şeva borî bi obîsan kargeha şekir a bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li kargehê bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyan mal û milkên şêniyan jî hedef girtin.
Heya niha nehatiye zanîn zerarên mirovî hene yan na.

