Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê dewam dikin.
Hat ragihandin ku 11’ê Cotmehê roja şemiyê komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Rotenlî yê girêdayî bajarê Mobatayê bi ser mala şêniyê bi navê Sebrî Mecîd Nasan û hevjîna wî Zeynep de girtin.
Çeteyan piştî ku zêr û pereyên malbatê dizîn, Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb revandin.