Çeteyên DAÎŞˋê li gundê Sebhe yê gundewarê bakurê Kantona Dêrazorê li nêzî bajarê Bisêra êrîşî nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşê da û çete reviyan.
Hate hînbûn ku piştî êrîşê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyona paqijkirina çeteyan kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê bi 2 wesayîtan êrîşî nuqteya Wadî El Remlê ya li bajarê Şedadê kirin. Di daxuyaniya fermandariyê de hat diyarkirin ku hêzên li nuqteya kontrolê bersiv dane û di pevçûnê de 2 endamên asayîşa navxweyî birîndar bûne.
Fermandariyê ragihand ku di pevçûnan de çeteyek birîndar bû, komên çete bi wesayîtên ku tê de reviyan û hêzên ewlekariya navxweyî li herêmê operasyonek berfireh li dar xistin.