Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê li gel agirbesta ku hatiye dirêjkirin jî êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin.
Di van kêliyan de çete bi obus û topan bombeyan li gundên Çelebiyê û Xirap Hişkê yên li rojhilatê Kobanê dibarînin.
Şervanên YPJ-YPG û QSD’ê jî bi tundî bersivê didin çeteyan.
Li gorî agahiyan li herêmê şer diqewime.

