În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn
Rojane

Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn

Çetîn Arkaş ku li Sêrtê di civîna gel de axivî, destnîşan kir ku dikarin di bin sîwana neteweta demokratîk de bi hev re bijîn û wiha got, “Em li dijî polîtîkaya dewletê ne. Em dixwazin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Sêrtê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetan a bajêr hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li bûn. Çetîn Arkaş, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tev li bûn. Di civînê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN GAVA HERÎ GIRÎNG E A PÊVAJOYÊ BE’ 

Sûzan Akîpayê geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de diqewimi bi bîr xist û got ku Rêber Apo înîsiyatîf li xwe girtiye û pêvajo daye destpêkirin. Sûzan Akîpayê bi domdarî got: “Pêvajoyeke girîng e. PKK xwedî dîrokeke 52 sala ye. PKK’ê, hebûna gelê Kurd da qebûlkirin. Têkoşîna herî dirêj a li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ev pêvajo, entegrekirina mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra bingehîn de ye. Entegrasyona demokratîk jî armanc dike ku di bin sîwana komara demokratîk de bi hev re bijîn. Azadiya Abdullah Ocalan, dê gava herî girîng a pêvajoyê be.” 

‘PÊVAJOYA HEVFÊMKIRINÊ YE’

Ayla Akat Atayê jî gotina Rêber Apo a “xwezanîn, zanîna herî bingehîn e” bi bîr xist û got: “Weke gelê Kurd heke em xwe û têkoşîna xwe bizanin, dê bibînin ka pêvajo çawa bi ser dikeve. Em xwe nas bikin, ji têkoşîn û berxwedana xwe bawer bin. Dema azadiya gelê Kurd heye. Ew dem jî dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were. Em ê civakên tu caran nehatine gel hev bînin gel hev û pêvajoya avakirina civaka demokratîk bidin destpêkirin. Ne pêvajoyeke dan-standinê ye. Pêvajoya hevfêmkirinê e. Armanca me ew e ku pêvajoyeke hemû gelek qezenc dikin û bi hev re dijîn ava bikin.” 

‘EM DI AZADIYÊ DE BIISRAR IN’

Çetîn Arkaş jî da zanîn ku gelê Kurd emrê xwe di girtîgehê de û bi têkoşînê derbas kiriye û wiha got: “Em di hinek tiştan de înad dikin. Ew jî azadî ye. Ev têkoşîne ne tenê meseleya Kurdîniyê ye. Navên Kurdistan û Kurdîtiyê kirin tabûyek. Zagon derxistin. Ji her kesî re gotin Kurd tune ne. Dibe ku hûn vê rastiyê tune bihesibînin lê hûn nikarin tune bikin. Rastî bi awayekî teqez dîsa xuyanî dibe. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî ev nîşan da. Osmaniyan di nava 300 salan de par bi par xaka xwe winda kir û gihişt vê astê. Hin kes vê ferq dikin. Lewma ev pêvajo dest pê kir.” 

‘DI FELSEFETA RÊBER APO DE GEL HENE’

Arkaş, got ku gelê Kurd tu caran dev ji azadiya xwe bernedaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku hêza berxwedanê dide me jî ev îrade û gelê me ye. Ji bilî jiyaneke birûmet a gelekî, tu daxwazên me yên din nînin. Pirsgirêkeke me bi gelê Tirk re nîne. Wan jî bi qasî Kurdan êş kişandiye. Tişta em li dij, polîtîkaya dewletê ye. Em êşên wan parve dikin lê divê ew jî êşên dayikên me fêm bikin. Hesasiyetên dayikên Tirk hene lê hesasiyetên dayikên me jî hene. Hebûna Kurdan hate înkarkirin lê niha ditirsin nav lê bikin. Em li gel yekitiya gelên Rojhilata Navîn in. Di felsefeya Rêber Apo de gel hene û navê vê neteweya demokratîk e. Em hemû dikarin bi hev re di bin sîwana neteweya demokratîk de bijîn. Têkoşîna me ji bo vê ye.” 

‘GELÊ KURD ÊDÎ XWE NAS KIR’

Çetîn Arkaş, îşaret bi zextên ser gelê Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hewce nake heman êşan dîsa bijîn. Gelê Kurd êdî xwe nas kir û ji hebûna xwe şerm nake. Pêkanîna vê, şoreşa herî mezin e. Dev ji şermkirinê berde, niha hemû dinya li têkoşîna wan dinêre. Hêviyê dide gelan. Lê tu yek ji van wisa bi hêsanî çênebûn, bedel hatin dayin û me wisa xwe gihand van rojan. Gelekî bedelan dide jî zû bi zû dev ji destkeftiyên xwe bernade. Lewma jî kesek nikare ziman, çand û hebûna me înkar bike. Divê hinek tişt bên qebûlkirin. Ev hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan derbasdar e.” 

Hevdîtin, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike
Nûçeya Pişt re Di lehiya Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 12 kes hatin qetilkirin

QSD'ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 12 kes şehîd bûn, 25…

Ji aliyê Stêrk TV

Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên bîranînê yên ku wê bi wesîleya…

Ji aliyê Stêrk TV

49 malbat û 115 birîndar gihîştin kampa li Tebqayê

Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 49 malbat û 115…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?