Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî li Silêmaniyeyê ji hêla dewlet tirk ve hatibûn qetilkirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û ji bo tespît bikin bê ka rojnameger bi zanebûn hedef hatine girtin an na, em dixwazin tavilê lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin. Bizanebûn hedefgirtina rojnamegeran a li herêmên şer, sûcê şer e. Hejmara rojnamegerên Kurd ên di êrişên bi droneyan ên Tirkiyeyê de tên kuştin û birîndarkirin zêde dibe. Divê Tirkiye ji vê berpirsyar bê girtin. Em ji bo malbatên Cîhan û Nazim, ji bo hempîşeyên wan û hezkiriyên wan sersaxiyê dixwazin.”
CFWIJ: Êrîşa li dijî rojnamevanan sûcê şer e
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Hedefgirtina rojnamegeran, sûcê şer e.”
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike