Karê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya ji çareseriya demokratîk a meseleya Kurd li Meclîsê ava bûye, bi guhdarîkirina li serokên baroyan û meclîsê dewam kir. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî piştî mehekê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Di hevdîtinê de ku sê saetan dewam kir, Abdullah Ocalan destnîşan kir ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên diyarker ên vê pêvajoyê ne û li ser vê bingehê dikarin encamê bi dest bixin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek ku di nava komîsyonê de cih digire, ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan banga herî dawî beriya her tiştî li desthilatdariyê kiriye û got, “Li gorî karakterê pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.”
‘JI BO PÊVAJO BI GAVÊN RAST BIMEŞE, DIVÊ LI BIRÊZ OCALAN BÊ GUHDARÎKIRIN’
Çîçek anî ziman ku di rojên pêş de li gel akademîsyenên ku li ser pirsgirêka Kurd dixebitin wê li rêxistinên kedê bê guhdarîkirin û destnîşan kir ku bi qasî derdorên cuda yên civakê girîng e li alaiyên esasî yên vê pêvajoyê bê guhdarîkirin. Çîçek diyar kir ku yek ji aktorên herî girîng ên aliyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku bi banga 27’ê Sibatê re pêşî li pêvajoyê vekir, kir ku rêxistin gavê biavêje, biryarê werbigire û anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Çîçek ragihand ku ev mijar hîn neketiye rojeva komîsyonê û got, “Ji bo pêvajo bi gavên rast bê meşandin divê li Birêz Ocalan bê guhdarîkirin. Birêz Ocalan muxatabê sereke û aktorekî welê ye ku herî zêde li ser vê pêvajoyê disekine, tevkariyê lê dike, dema ku krîz rû didin pêşî li pêvajoyê vedike, karê wê hêsan dike û di heman demê de pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike. Ji xwe Devlet Bahçelî ev yek bi rê û rêbazên cuda anî ziman. Lewma di vê pêvajoyê de astên ku gelekî zehmet dihatin dîtin, hatin derbaskirin. Gundarîkirina li Birêz Ocalan a li komîsyonê ne gaveke welê pir pir giran e ku nikaribe bê avêtin. Hem ji bo pêvajo bi rengekî zelal bê meşandin, hem jî saziya siyasetê bi rengekî giştî bibe muxatabê pirsgirêkê ev mijar girîng e. Eger em dixwazin vê pirsgirêkê ji aliyê civakî û siyasî ve çareser bikin û ji zemîna şer dûr bixîne, divê nêrînên Birêz Ocalan bêne wergirtin.”
‘PÎVANA BINGEHÎN A ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BERAMBERBÛN E’
Cengîz Çîçek peyama ‘Civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê sê têgehên diyarker ên vê pêvajoyê ne’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand, ku di hevdîtina piştî mehekê de anî ziman. Çîçek diyar kir ku mebesta Ocalan a ji entegrasyona demokratîk ne ew e ku komeke biçûk di nava komeke mezin de bihele yan jî komek beşdarî komek ku mezin û xurt tê dîtin bibe; ya ku işaret pê kir yekbûna beramber e. Çîçek destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk xwedî du aliyan e û got, “Pîvana bingehîn a entegrasyona demokratîk beramberbûn e. Li aliyekî hêzên civaka demokratîk -di nav de Kurd jî hene- li aliyê din jî dewlet heye. Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka demokratîk û dewlet li dora pîvanên demokratîk bibin yek û hev nas bikin. Mebesta me ji yekbûnê ev e; dewlet gavên demokratîkbûnê biavêje, di vê mijarê de divê sererastkirinên qanûnî bike. Yanî nabe ku bi rengekî yekalî bê dîtin. Ji ber ku em zanin pratîk û tercîhên dewlet û desthilatdariyan kir ku pirsgirêk giran bibe. Ji ber vê yekê gelekî krîtîk e ku dewlet bikeve nava pêvajoya veguherîna demokratîk. Gavên ku tenê ji aliyê hêzên civaka demokratîk ve bêne avêtin wê têra çareserkirina vê meseleyê neke. Di heman demê de divê atmosfereke welê bê afirandin ku deriyê dewletê li demokrasiyê, maf û azadiyan vekirî be. Ji ber vê yekê asîmîlasyon nîne, tinekirin nîne, helandina yekê di nava ya din de nîne, windakirina nasname û xweseriya xwe nîne.”
‘BANGA BIRÊZ OCALAN BERIYA HER TIŞTÎ LI DESTHILATDARIYÊ YE’
Çîçek diyar kir ku banga Abdullah Ocalan beriya her tiştî li desthilatdariyê ye û got, “Birêz Ocalan di vir de wê peyamê dide ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê hin gav bêne avêtin. Divê li gorî karakterê pêvajoyê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Li pêş çavê me hemûyan di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan hebû. Li wir hin daxuyanî hatin dayin. Yên ku çek danîne wê bi çi rengî tevlî nava jiyana siyasî û civakî bibin? Ji Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê heta bi Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Mûhakemeyên Ceza bi giştî divê sererastkirinên demokratîk li qanûnan çêbibe, yan jî hin qanûnên antî demokratîk, yên bi aqlê ewlekariyê hatin amadekirin bêne neqandin. Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne.
‘KOMÎSYON DIVÊ ZEMÎNEKE WELÊ AVA BIKE KU PÊŞÎ LI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK VEKE’
Dibe ku qanûn bi giştî ji binî ve neguherin. Karê komîsyonê ji xwe ev nîne. Komîsyon wê pêşnûme qanûnan pêşkêşî saziyên pêwendîdar bike. Lê belê aqlê vê yê siyasî û qanûnî wê ji aliyê komîsyonê ve bê birêxistinkirin. Di birêxistinkirina cîhana fikrî de rola komîsyonê girîng e. Lewma partiyên siyasî yên xwedî fikrên cuda ku li hev kom bûne, divê zemîneke welê ava bikin ku pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd vekin. Avakirina zemîna hiqûqî û siyasî wê bibe gava destpêkê ya rast a ji bo çareseriyê. Li gorî me yek ji wezîfeyên dîrokî yên komîsyon bike, wê ev be. Hewldanên me hemû ji bo vê yekê ye.”
’50 SAL IN HATE DÎTIN KU BI ZIMANÊ GEFXWARIN Û DIJMINATIYÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NABE’
Di dewama axaftina xwe de Çîçek gefên Serokkomar Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û derdorên AKP’ê yên li hemberî Rojava, her wiha daxuyaniyên ku ne li gorî pêvajoyê ne, nirxand. Çîçek destnîşan kir ku hatiye fêhmkirin ku bi zimanê dijminatiyê û gefxwarinê ev pirsgirêk çareser nabe û bi bîr xist ku pratîka 50 salan ev yek nîşan da. Çîçek got, “Ji nêzîkatiya ji bo propagandayê wêdetir êdî pêwîstî bi nêzîkatiyeke aqilane heye ku çareseriyê diafirîne. Xuya ye hin hêz, hin ferasetên li nava dewlet û desthilatdariyê hîn jî israr dikin ku vê pirsgirêkê bi rêbazên kevneşop binirxînin. Bi giranî di nava desthilatdariyê de blokek an jî meylek heye ku naxwaze vê pirsgirêkê li ser bingeha demokratîk binirxîne. Ji xwe yek ji dînamîkên bingehîn ên ev pêvajo da destpêkirin dînamîkên Sûriye-Rojava ye. Divê bê dîtin ku yek ji wan dînamîkan e ku wê aqûbetê jî diyar bike.
‘YÊN KU ÇARESERIYÊ DIXWAZIN DIVÊ XWEDÎ LI FIKRÊ WEKHEVÎ Û AŞTIYANE YÊ LI ROJAVA DERKEVIN’
Rewşa li Sûriyeyê wê heta astekê bandorê li pêvajoya li vê derê bike. Ev yek ji bo me şênber e. Bûyerên dawî jî ev yek raxist pêş çavan. Şêweyê rasthatin û rabûna li ber hev a Îsraîl û Sûriyeyê ya li herêmê, wê bibe yek ji hêmanên bingehîn ku bandora erênî yan jî neyînî li paşeroja pirsgirêka Kurd bike. Dema ku mirov ji vir ve dinirxîne, hingî dibîne ku bûyerên li Sûriyeyê bi erênî yan jî neyînî wê bandorê li pêvajoyê bikin. Bi vê têgihiştinê divê têkildarî Sûriye û Rojava aqil û nêzîkatiyek bê afirandin. Kurd bi zelalî dibêje ku li Tirkiyeyê dixwaze bi Enqereyê, li Sûriyeyê jî dixwaze bi Şamê re vê pirsgirêkê çareser bike. Ya rast berê Kurdan bi rastî jî li Şam û Enqereyê ye. Li ser bingeha entegrasyona demokratîk di nava lêgerîna çareseriyê de ne. Kurd biêjin, Şam û Enqere divê bi perspektîfeke demokratîk nêzî siyaset û pirsgirêka Kurd bibin. Ji ber ku li Sûriyeyê niha ti civak li pêşberî rejîma Şamê xwedî garantiya hebûnê nîne. Di rewşeke welê de ku hebûna xwe di bin ewqas gefê de ye, eger bê gotin; her tiştî bidin aliyekî, bi vî rengî tevlî vê pêvajoyê bibin, wê ev yek bê wateya înkarkirina hemû nirxên siyasî û dîroka gelê Kurd û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê. Li Rojava fikrekî welê şîn bûye ku aştiyane, wekhev û demokratîk e. Di vir de em bi taybetî bang li desthilatdariyê dikin; yên ku çareseriyê dixwazin divê hîn bêhtir xwedî li vî fikrî derkevin, xwedî wê berpirsyariyê ne ku têkiliyeke hîn xurt bi vî fikrî re dîne. Aştî û çareseriyeke mayinde bi vî rengî dibe.”