Desthilatdariya AKP-MHP’ê meseleya Kurd tenê bi berdana çekan formule dike û ji bo pêvajoyê li gorî xwe empoze bike, li ser beşên civakê mekanîkek darbeyê dixebitîne. Parlamenterê DEM Partiyê derbarê pêvajoyê ji ANF’ê re nirxandin kir.
Cengîz Çîçek diyar kir ku têkildarî paradoksa pêvajoyê di nava tevgera Kurd û muxalefeta sosyalîst de nîqaşek heye ku Oslo û pêvajoya çareseriyê ya Îmraliyê tîne bîra mirov. Çîçek anî ziman ku girînge ku Rêber Apo têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd baxive û got, ne tenê Kurd, sosyalîst û muxalefeta civakî jî vê yekê difikirin. Çîçek ragihand ku di dema ku ev hevdîtin didomin de, hem li hundir hem li derve zext, pevçûn û şer heye û ev yek fikaran jî bi xwe re tîne.
‘DI CÎHANÊ DE TI AŞTÎ LI SER BINGEHÊ XWESTEKA DEWLETAN PÊŞ NEKETIYE’
Çîçek destnîşan kir ku Rêber Apo dema di pêvajoyên borî de axivî ye, her tim bal kişandiye ser aştiya civakî û got, “Ji ber ku em li hêz û potansiyela xwe nanêrin û berpirsyariyên xwe bi cih nayînin, êrîş û zextên desthilatdariyê her roj me tengav dikin. Dema ez dibêjim ‘em’, ez qala hemû muxalefetê dikim. Divê neyê jibîrkirin ku li cîhanê ti ceribandinên aştiyê, li ser bingehê xwesteka dewlet û desthilatdaran pêş neketiye. Li dijî wê rêxistineke têkoşînê, muxalefeteke civakî û demokratîk hebû. Ev li Efrîqaya Başûr û Îrlandayê jî wiha bû. Li vir mesele hemû ew e ku wê meseleya aştiyê ji rast yan jî ji çep bê avakirin. Karê me yê niha avakirina wijdana çepê ya aştiyê, hestê çepê ye. Ev jî encex eger aştî bibe civakî, wê çêbe. Divê civak li dora pirsgirêkên xwe kom bibe, xwe rêxistin bike û li dijî dewlet û desthilatdariyê zextê bike. Ez ji vê re hestê çepgiriyê yê aştiyê dibêjim. Lewma divê aştî ji aliyê çepê ve were avakirin. Yanî hingî hûn rêxistinî û civakî bikin, wê encamek çêbe.”
‘BANGA BAHÇELÎ ÎTÎRAFA TENGASIYÊ YE’
Çîçek bi bîr xist ku hemû dewlet di krîzên navxweyî yên kapîtalîzmê de dijîn û şerê hegemonyayê dimeşînin û diyar kir ku bi taybetî geşedanên li Rojhilata Navîn, mîna dewletên din dewleta Komara Tirkiyeyê jî dixe nav zehmetiyê. Çîçek destnîşan kir ku banga Bahçelî jî îtîrafa vê tengasiyê ye û ragihand ku divê êdî şoreşgerî û welatparêzî mafê aştiyê yê civakê biparêze. Çîçek ev tişt jî bilêv kir: “Dema em li nîqaşan dinêrin, her roj em gotinên bi rengê ‘Gelo wê dîsa aştî çêbibe? Dîsa wê peyman bên îmzekirin? Wê li hev bikin û êrîşî me bikin?’ dibînin. Niha ev karekî hegemonyayê ye. Mesele derketina Bahçelî. Ti kes ne li bendê bû ku Bahçelî bêje, Ocalan bila were meclîsê û baxive.
‘DEM DEMA TEVGER Û XIRAKIRINA JIBERKIRINÊN ME NE’
Ji bo pêkanîna civaka demokratîk, pêdivî bi berfirehkirina têkoşîna şoreşgerî heye. Aştî ev e. Mînak welatiyên li Behra Reş û Anatoliya Navîn ji bo aştiyê qanîkirin, erkeke şoreşgeriye. Ma em dikarin vê yekê ji qenehata dewletê re bihêlin. Eger wisa be wê demê em ê hebûna xwe înkar bikin. Aştî ji bo hemû welatiyên vî welatî pêwîst e. Mafê aştiyê yê civakê ev e. Divê em civakê ji bo aştiyê birêxistin bikin. Niha jî ji bo me qada siyasî hatiye vekirin. Bala xwe bidin, niha li her devera welêt nerazîbûn hene. Dem ew deme ku em van hemû bi fikrên wekheviyê, aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd a civakî dagirin. Dem dema tevger û xirakirina jiberkirinên me yên berê ne. Eger em vê yekê nekin wê çi bibe? Mîna pêla ku piştî şevê hat, mîna pêla piştî pêvajoya Osloyê, mîna operasyona hilweşînê ya piştî pêvajoya dawî ya çareseriyê ya Îmraliyê hat, em ê bi operasyoneke girantir re rû bi rû bimînin.”
‘PIRSGIRÊKA KURD TENÊ BI NÎQAŞÊN ÇEKDANÎNÊ VE SÎNORDARKIRIN LEWAZIYA MÛXALEFETÊ NÎŞAN DIDE’
Cengîz Çîçek, anî ziman ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd tenê li ser bingehê çekdanînê mîna ku dewlet ferz dike, lewaziya mûxalefeta civakî ya demokratîk nîşan dide. Çîçek, destnîşan kir ku pirgirêka Kurd pirsgirêkeke çandî, siyasî û aboriye û got ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke civakî ye. Çîçek, bal kişand ser banga Ocalan a “Pirsgirêka Kurd ji hewira şer û pevçûnê dûr xistin, kişandina nava zemîneke hiqûqî û siyasî” û got, “Ev bang ne tenê ji bo me siyasetmedaran hat kirin. Ev bang ji bo bi mîlyonan kesên ku ji ber vî şerî zirar dîtine, birçî mane û hatine kuştin tê kirin. Her kes divê vê fikrê biparêze û xwedî lê derkeve.”
Çîçek, diyar kir ku ne tenê rexnekirin, divê altarnetîfên wê jî bikevin pratîkê û got ku ji bo vê divê her kes erka xwe bi cih bîne. Çîçek, da xuyakirin ku divê perspektîf û vizyon hê bêhtir bê berfirehkirin û got ku welatiyê herî dijber jî dikare bi polîtîkayek rast ji bo aştiyê û wekheviyê were rêxistinkirin. Çîçek, diyar kir ku kesên xwedî îdîaya bibin sosyalîst û şoreşger, divê li ser têkoşîna yekbûyî nîqaş pêk bînin, gavên pratîk bavêjin. Çîçek, da zanîn ku wan ji bo xwe gihandina hemû beşên civakî weke gava ewil kampanya Ji bo Aştiyê Mîlyonek Îmze dane destpêkirin.
ARMANCEKE HEVPAR
Çîçek, anî ziman ku divê hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk li dora planeke çalakiyê ya lezgîn a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibin yek û got, “Çawa ku partiyên desthilatdar û sîstemê planên wê hene, divê em jî di vê pêvajoyê de xwedî însiyatîf bin. Eger em nikaribin bi aqilek damezrîner li hev bicivin, nexşerêyeke pratîkî û têkoşînê diyar bikin û însiyatîfê werbigirin, em ê nikaribin ji bin vî karî rabin. Em ê her tim li aliyek bimînin. Jixwe parçebûna me, me zêdetir dike bin zextan. Wê demê tişta ku divê em bikin ev e. Ji bo hemû mirovên pêşverû, şoreşger, demokrat, welatî û rêxistinên ku çareseriya demokratîk a Kurdan diparêzin û hurmetê nîşanî mafê neteweyan ê xwerêvebirinê didin bên ba hev, têkoşîn bikin. Îdîa dikim ku wê bersiveke xurt ji aliyê civakê ve bê girtin.”
‘PIRSGIRÊKA KURD NE PIRSGIRÊKEKE KU BI HESABÊN TENG ÊN SIYASÎ WERE ÇARESERKIRIN!’
Çîçek, da xuyakirin ku divê mûxalefeta bingehîn jî perspektîfa xwe biguherîne û mijarê di aliyê berjewendiyên teng, rojane yên siyasî yên mîna desthilatdariyê de, negire dest. Çîçek got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye, ne pirsgirêkeke ku bi hesabên teng ên siyasî were çareserkirin, pirsgirêkeke ku divê bi perspektîfeke siyasî ya xurt çareser bibe ye.”