Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” pêk anî. Komxebat 2 roj in didome. Komxebat li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li komxebatê bûn. Komxebat bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî berdewam kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di komxebatê de axivî û anî ziman ku hewceye ew li ser “Çima pêvajo hê jî civakî nebûyê” nîqaş bikin û got: “Piştgiriya ji bo pêvajoyê zêdeyî ji sedî 80’î ye. Lê baweriya civakê bi desthilata AKP’ê tune ye. Divê em vê pêvajoyê civakî bikin. Dema civakî nebe desthilat dikare li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Divê em pêvajoyê li benda desthilat nêhelin. Em hevsengiyeke nû ava bikin. Divê hemû alî xwe ji pêvajoyê berpirsyar bibînin. Yanî di nav pêkhateyên me de kesên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye jî hene. An zaravayê Kirmançkî an jî Kurmancî. Lê em qet nabînin ku ew bi zaravayê xwe diaxivin. Weke ku tenê endamên Tevgera Siyasî ya Kurd dikarin biaxivin tevdigerin. Na bila ew jî biaxivin. Ew yek jî nîşan dide ku çima em ew qas tenê ne.”
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Apo li çar aliyên Kurdistanê bû xwedî hêzek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hêz 40 sal in zextê li demokrasiya Tirkiyeyê dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Yan sosyalîzm an jî dawiya cîhana ku em tê de dijîn.’ Rast e tişta ku Tirkiye di vê serdema nû ya danûstandinê de anî maseyê, guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn bûn. Lê ji bo siyaseta demokratîk a Kurd, ne tenê guhertinên jeopolîtîk bûn. Ji sala 1993’yan û vir ve lêgerîneke ji bo aştiyê hebû. Encama vê pêvajoyê jî ne tenê aştiyeke bi Kurdan re ye. Avakirina demokrasiyeke herêmî ji bo hemû welatiyan e. Birêz Ocalan qala komunan dike. Komun pergaleke bê dewlet e. Rêveberiya gel ya xwe bi xwe ye. Birêz Ocalan dîtina rê û rêbazên avakirina komunan nîqaş dike. Divê em bi têkoşînê hundirê wê tijî bikin.”
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçarê xwest partiyên sosyaslîst ên çepgir jî di pêvajoyê de bibin alî û got: “Piştgirî û tifaq edî têr nakin. Divê hûn jî alîgir bin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Demokrasiya herêmî li cîhanê çawa tê nîqaşkirin. Li cîhanê weke demokrasiya herêmî anku xweseriya herêmî tê binavkirin. Lê li Tirkiyeyê em hemû bûn şahid ku çawa pêşiya vê tê girtin. Divê em nîqaşan xurt bikin. Divê em niha çi ava bikin? Divê hemû hêzên çepgir li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigrin.”
Li ser navê Partiya Şoreşger jî Elîf Turun axivî û anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û got: “Bi banga birêz Ocalan pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Em li tenişta gelê Kurd in. Vê yekê dubare diyar dikin. Pêvajo bi tevlibûna çîna karkêran, jin, LGBT+ û hemû beşên civakê dikare bigehejê encamê. Peywîra me ew e ku em faşÎzmê têk bibin.”
Li ser navê ESP’ê jî Hevserokê Giştî Murat Çepnî axivî. Çepnî, destnîşan kir ku ew ji bo pirsgirêkan çareser bikin kom bûne û got: “Di komxebatê de derket holê ku divê em bibin yek. Pêwîstiya me bi têkoşîneke hevpar heye. Heke têkoşîna gelê Kurd û sosyalîstan nebûna îro pêvajoyê pêş nediket. Me çi li ku winda kir divê em li wir lê bigerin. Tevgera Azadiyê ya Kurd li rêyeke nû digere. Bi derfet û heza xwe ya cewherî vê yekê dike. Ew yek pir bi wate ye.”
Li ser navê SODAP’ê jî Sehtap Akdag axivî û got: “Divê em rêxistinbûyinê ava bikin.” Ji SYKP’ê Mertcan Tîtîz jî xwest ew xwedî li aştiyê derkevin û got: “Bi têkoşîna bêhempa ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a 50 salî îro ew îxtîmal derket holê. Heke em vê pêvajoyê ji desthilatê re bihêlin, em ê xeletiyeke mezin bikin. Bi banga birêz Ocalan ev pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Divê em kom bibin û rêbazên têkoşîne diyar bikin. Têkoşînek bi hev re edî pêwîstiyeke.”
Komxebat bi axaftinên nûnerên sendîkayan berdewam kir.

