Di rojên dawî de nîqaşên Elewîtiyê yên bi daxuyaniyên Altan Tan destpê kirine, hewl tê dayîn ku bibe kampanyayeke li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd. Piştî daxuyaniyên Altan Tan, rojnamevan Kemal Ozturk li dijî Nusayriyan banga komkujiyê kir û bi daxuyaniya komekê ya li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajo gihişte asteke cuda.
Komeke ku xwe weke “Rewşenbîrên Elewî” didin naskirin, bi daxuyaniyên Rêber Apo yên ji wateya wê ya rast hatine qutkirin hewl dan ku mîna ku di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û civaka Elewî de cihêkarî û rageşî heye nîşan bidin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî nîqaşên hatine kirin û nêrîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ajansa me re nirxandin kir.
‘TEVGERA AZADIYÊ DI NAVA ELEWÎTIYÊ DE ÇÊBÛYE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava Elewîtiyê de çêbûye û bal kişand ser girîngiya zelaliyê ya ji bo pêvajoyê.
Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê tevgereke mirovahiyê ye û diyar kir ku di heman demê de tevgereke Elewiyan e.
Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got, “Beşekî kadroyên damezrîner û rêveber ên Tevgera Azadiyê Kurd, Tirk, Tirkmen û Elewî ne. Bê guman ji bawerî û gelên din jî hene. Ev beşên civakî yên jê hatine, hem şêwe dane Tevgerê hem jî civaka jê hatine temsîl dikin. Lewma têkiliya navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û Elewiyan ne pêkan e ku mirov ji berê cuda binirxîne. Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e. Tevgereke ku hafizaya berxwedana li dijî komkujiyên ji Koçgirî heta Dersim, Mereşê veguheztiye têkoşîna xwe û bi vê hafizayê xwe rêxistin dike. Tevgera Azadiyê û tevgera siyasî ya Kurd civaka Elewî weke yek ji bawerî û gelên esas ên mirovahiyê, dibîne.”
‘BIRÊZ OCALAN JI BO BI DAWÎ ANÎNA KOMKUJIYÊN ELEWIYAN, HEWL DIDE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar ji Yavûz heta îro hewldana Rêber Apo ew e ku êrîş û komkujiyên li hemberî Elewiyan bi dawî bike û got, “Rastiya Rojhilata Navîn tê zanîn. Dema Rojhilata Navîn tê gotin, destpêkê şer û rant tê hişê mirov. Û hemû cîhan destê xwe dirêjî vir dike.
Manîfestoyeke Birêz Ocalan a Civaka Demokratîk heye. Dixwaze vê bide fêmkirin. Ji bo vê yekê di nava hewldaneke zêde de ye. Têkildarî vê yekê daxuyanî û pirtûkên wî hene. Bang li tevgera xwe dike ku li gorî vê rewşa nû pozîsyon bigire. Û Birêz Ocalan di heman demê de siyasetmedarek e. Ji bo perspektîfa wî ya Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê, dixwaze bi derdora xwe re peywendiyekê ava bike û zemînekî hevpar ê li ser esasê demokrasiyê ava bike.
Komkujiyên bi serê Elewiyan hatine û travmayên heta îro qewimîne, helbet rojeva esas a vê tevgerê ye. Her wiha divê mirov bûyerên dîrokê jî rast lêkolîn bike û encamên rast derxe holê. Ji roja ewilî heta îro ev têkoşîna hevpar weke gotinek nemaye û veguheriye kedeke xurt jî.
Birêz Ocalan bê navber behsa avakirina Civakek Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk a li ser esasê encamên tifaqa Kurd-Tirk dike. Hewldana wî jî ev e.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser “belavoka rewşenbîrên Elewî” û diyar kir ku rewşenbîrî bi hemû aliyan ve fêmkirina bûyeran dixwaze. Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha pêde çû:
“Erê, bi navê ‘belavoka rewşenbîrên Elewî’ belavokek hate weşandin. Mimkun e ku mirov bûyerê di çend nuqteyan de lêpirsîn bike. Di pêvajoyeke evqasê hesas de, ziman û helwesteke ku aştiyê û hesasiyetên Elewiyan ji hev dûr dike tê raberkirin, zelal e ku ev yek bi ti kesê nade qezenckirin. Em di pêvajoyeke welê de ne ku pêşeroja me diyar dike.
‘DIVÊ MIROV JI YÊN KU RASTIYÊ BEREVAJÎ DIKIN RE NEBÊJE ÇEP’
Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku divê mirov ji yên ku civaka Elewî weke “paşxaneya xwe” dibînin, rastiyê manîpule dikin û ji bo sûdê desthilatdariyê dixebitin re nebêje “çep” û got, beşekî girîng ê Tevgera Azadiyê ji ewladên civaka Elewî pêk tê.

