Di 11. salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, siyaseta ku hikumeta Iraqê li ser Şengalê dimeşîne, di nav civaka Êzidî de bûye cihê fikarên cidî, bertekên tund. Hikumeta Iraqê hem siyaseta dorpêçkirina leşkerî li herêmê ferz dike hem jî bi biryarên siyasî destekarî li îradeya civaka Êzidî dike. Herî dawî jî di 20’ê Tebaxa 2025’an de, Komîteya Bilind ji bo Alîkarî û Piştgiriya Koçberan, li navenda Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê civiya û di civînê de biryar hat girtin ku dosyaya vegera koçberan li Iraqê bi dawî bibe. Li gorî biryarê, wê ev koçber neyên vegerandin û di nava kampan de wekî hemwelatiyên herêma ku lê koçber in bên qeydkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî yekser helwesta xwe ya li hemberî vê biryarê nîşan da, vê yekê weke siyaseta ‘parçekirina Şengalê’ binav kir û her wiha banga hişyariyê li civaka Êzidî kir. Girêdayî mijarê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo jî ji ajansa me re axivî, hişyariyên girîng li hikumeta Iraqê kir û her wiha bangên girîng li civaka Êzidî û dostên wan kir.
‘DIXWAZIN DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ BIGUHERIN’
Cîhan Celo destnîşan kir ku ev biryara Wezareta Koç û Koçberan, di meha Tebaxê de ango di meha fermanê de hatiye ragihandin û derbarê biryarê de ev nirxandin kir: ‘’Biryara Wezareta Koç û Koçberan a derbarê koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê û yên Iraqê, dibe sedem koçber li van kampan bên bicihkirin. Bandora vê biryarê herî zêde jî li ser civaka Êzidî heye, dixwazin demografiya Şengalê biguherin, dixwazin Şengal ji niştecihên xwe yên eslî vala bikin û kesên li kampan ji bo siyaseta xwe bikar bînin.’’
‘IRAQ BI AWAYEK EŞKERE ÊRÎŞÊ ŞENGALÊ DIKE’
Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê weke berdewama fermanê nirxand û wiha pêde çû: ‘’Ev siyaset û biryar ne kêmî êrîşên fermana 2014’an e, armanca 2014 ew bû ku civaka Êzidî were qirkirin û ji axa Şengalê dûr bixin. Lê hêza ku piştî fermanê li Şengalê ava bû, ev plan pûç kir. Dewleta Iraqê êrîşên xwe yên li ser Şengalê berdewam dike. Tiştên ku DAIŞ, PDK û dewleta Tirk nikaribûn bikin, dewleta Iraqê piştî sala 2020’an bi awayeke eşkere êrîşê civaka Êzidî dike. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser vê esasê bû ku îradeya civaka Êzidî were şikandin. Heya niha jî dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê bicih bînin.’’
‘EV BIRYAR RÊ LI BER PARÇEKIRINA ŞENGALÊ Û ÊZIDIYAN VEDIKE’
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo diyar kir ku ji bo rê li ber vegera Êzidiyan a Şengalê bigirin ev biryar hatiye girtin û got: ‘’Ev berdewama plana qirkirinê ye. Di salvegera fermanê de, ev biryar girtin. Ev biryar rê li ber parçekirina Şengaliyan, parçekirina Êzidiyan vedike. Niha derdora 120 hezar Êzidiyên koçber li kampên Başûrê Kurdistanê ne. Ew malbat li hêviya mafên xwe ne ku vegerin Şengalê. Weke nimûne Welatê Xalta heye, bi ferman û koçberiyê Êzidî ji Welatê Xalta dûr xistin, niha tenê navê wê maye. Niha dixwazin vê siyasetê li Şengalê jî bicih bikin. Dixwazin nifûsa Şengalê kêm bikin da ku daxwaza wan a xwerêvebirinê zeyîf bikin. Hebûna Êzidiyan li ser axa Şengalê esas e, Şengal ji Êzidiyan vala bibe Êzidî namînin. Dixwazin Şengal ji Êzidiyan vala bikin û di pêşerojê de kesên li gor dilê xwe li Şengalê bicih bikin û rastiya Şengalê biguherînin.’’
‘DIXWAZIN GELÊ ME BÊ AX Û WELAT BIHÊLIN’
Cîhan Celo bang li Êzidiyên li kampan kir da ku li hemberî van planan hişyar bin, ji bo pûçkirina vê planê jî banga vegerê li wan kir û wiha berdewam kir: ‘’Eger ev biryar bicih bû, wê gelê me li kampan bimîne. Wê bê ax û bê welat di konekî de bimînin! Divê gelê me hişyar be û vegere ser axa Şengalê. Derê Şengalê ji gelê wê re vekirî ye. Ji bo vê jî weke Rêveberiya Xweser çi ji destê me were em ê ji bo gelê xwe bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin Şengalê, ev biryar ji fermanê ne kêmtir e. Pêwîst e herkes bang li mirovên xwe yên kampan bike ku vegerin ser axa xwe. Ji ber ku hebûna Êzidiyan Şengal e.’’
‘IRAQ KESÊN BERXWEDÊR Û XIZMETKAR RED DIKE’
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo her wiha derbarê amadekariyên hilbijartina Parlemena Iraqê jî nirxandin kir û ji bo betalkirina namzetiya Xwedêda Çûkê wiha got: ‘’Kesên ku di fermanê de li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe daye, heya niha xizmet ji bo civaka xwe dike, biryar ji bo wî kesî hatiye girtin ku ji hilbijartinan were dûrxistin. Li ser ew kesên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe daye biryarên bi vî şeklî tên girtin. Şerê dewleta Iraqê ya li hemberî civaka Êzidî niha eşkere bûye.’’
‘GELÊ ME FERZKIRINÊN IRAQÊ QEBÛL NAKE’
Cîhan Celo di dawiya nirxandina xwe de jî bal kişand ser rewşa îdarî ya Şengalê û wiha axivî: ‘’Ji bo îdareya Şengalê jî, ji salekê bêhtir e ku ji bo qeymeqam û midûr biryar hatiye girtin lê heya niha jî naxwazin ev îdare bikeve destê gelê Şengalê. Li hemberî êrîş û siyaseta dewleta Iraqê pêwîst e helwest were nîşandan. Iraq çima naxwaze Êzidiyên koçber vegerin ser axa xwe, çima rê li ber wan kesan digire ku dixwazin li Parlemena Iraqê xizmeta gelê xwe bike? Lê gelê me vê ferzkirinê qebûl nake, Rêveberiya Xweser heye ku 11 sal in pêşengtî ji berxwedana Şengalê re kiriye. Wê Rêveberiya Xweser ji niha û pê ve jî li hemberî van planan bisekine. Pêwîst e gelê me jî li hemberî van planan bisekine. Li Şengalê hêza herî rewa, hêza herî xurt hêza gel e. Em vegerin ser axa Şengalê û li hemberî van planan bisekinin.’’