Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > CÎK: Divê civaka Kurd bawerî bi Diyanetê neyîne
Rojane

CÎK: Divê civaka Kurd bawerî bi Diyanetê neyîne

Serokê Giştî ya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Hafiz Tûrhalli destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya Diyanetê olperestiyeke li ser esasê nîjadperestiya Tirk ferz dike û got, "Divê gelê Kurd ji Diyanetê bawer neke."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî ya CÎK’ê Ahmet Hafiz Tûrhalli, da xuyakirin ku Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk ji bo ku dewlet, turanîzmê û tirkbûnê zindî bihêle di hilberîneke domdar de ye û weazên wê ne rewa ne. Tûrhalli, diyar kir ku tiştên hatine serê îmamê mizgefta Pasûrê nîşan dide ku Diyanet ne xwedî fonksiyoneke Îslamî ye.

 

Serokê Giştî ya CÎK’ê Tûrhalli ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku lêxistina îmamekî mizgeftê ji aliyê Qeymeqamê Pasûrê û parêzvanên wî ve, di warê eşkerekirina rewşa ku dewleta Tirk ol çawa dinirxîne de girîng e. Tûrhalli got, “Dewletê ji bo ku olê, bi nîjatperestiya Tirk û Kemalîzma Kesk re entegre bike, bixe xizmeta wê û fikrê tûranîtî li Anatolya û Kurdistanê bi cih bike, bikar tîne. Ji bo vê jî Diyanet li ti derê mizgeftan vala nahêle û wan dixe bin kontrola xwe. Li Pasûrê tevî ku gelek mizgeft hene jî qeymeqamê navçeyê tenê diçe wê mizgeftê. Ji wî îmamî tam ne bawer in. Ew bi niyeta ku çavdêriya wî bikin, diçin wir. Piştî weazê bi destikê mîkrofonê li îmam dixe. Ev nîşana wê yekê ye ku çawa li Kurdistanê ol tê kontrolkirin û ji bilî axaftina fermî rê nadin ti axaftineke olî. Ji vê hêlê ve ev rewşeke mînakdar e.”

‘DIYANET NE SAZIYEKE ÎSMALÎ YE’

Tûrhalli da zanîn ku Diyanet ne saziyeke Îslamî ye û wiha dewam kir, “Diyanet ji bo dewletê, Tûranîzm û Tirkbûnê zindî bihêle, di hilberîneke domdar de ye. Bûyera ku îmamê li Pasûrê jiya, careke din ev tişt nîşanî me da; Tevî ku got bavê min cerdevan e û birayê min jî wezîfedarê ewlehiyê ye jî nekarî ji xezeba dewletê rizgar bibe. Ji bo kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Mislimanin’ re gotinek me heye. Weke pîvan, ji ber hûn li şûna Quranê bi ola dewletê bawer dikin, hûn rastî bûyerên wiha tên. Divê em bi bîr bixin ku Diyanet saziyeke ku bi îdeolojiya fermî ya vê dewletê ve girêdayî ye. Diyanet bi hatineyeke rewa ya hatiye bidestxistin, mûçeyên îmaman nade. Ev ne îslamiyet e. Ez bang li misilmanên durist û misilmanên Kurd dikim. Dema ku hûn biçin wir û li pey wan rawestin û nimêj bikin, hûnê bikevin wî halî. Mîmberê pêxember, ji bo gotina rastiyan ava bûye. Mîhrabê Pêxember ji bo damezirandina edaletê hate avakirin. Li Tirkiyeyê mîmber û mîhrab, ji bo zilma dewletê û guneh û heramê rewa bike, hatiye afirandin.”

‘LI PEY WAN NEÇIN’

Tûrhalli wiha dewam kir, “Em li pey wan neçin. Em neçin mizgeftên wan. Wan mizgeftan, veguherandin perestgehan. Perestgeh dibin aîdê dewletê. Mizgeft cihê civak û neteweyan e. Ez bang li Kurdan dikim; Hûn neviyên Selahaddîn Eyyûbî, Şêx Seîd û Mele Seîdê Kurdî ne. Hûn çawa dikarin di bin kontrola zarokên Turanîzm û Kemalîzmê de weazên xwe bidin? Kurdên misilman, êdî dev ji çûna mizgeftên vê dewleta Turanî berdin. Hûn nikarin tiştek li ser navê olê bidest bixin. Berovajî, hûn dibin dijminê Îslamê û mirovahiyê. Vegerin çanda xwe ya medreseyan, seydayên xwe û çanda xwe ya Îslamî. Li heq û heqîqetê vegerin. Ji fetwayên wan bawer nekin. Ew li ser esasê desthilatdariyê û ji bo tinekirina Îslamiyetê û mirovahiyê fetwayan amade dikin. Ev îmamê mizgeftê, ji ber ku beşa fetwaya li ser hêzên dewleta Tirk ên mirî nexwendiye, hatiye derbkirin. Rayedarên dewleta Tirk û Wezareta Karên Hundir vê yekê rewa dikin.”

‘DAGIRKER NABIN ŞEHÎD’

Tûrhalli, bibîr xist ku têgîna şehadetê ya di Îslamê de bi ayet û hedîsan tê vegotin û ev nirxandin kir: “Kî ji bo parastina mal, ol, destavêtin û namûsa xwe şer dike û dimire, şehîd e. Kengî dagirkirina welatê kesekî, qetilkirina kesekî, dest danîna ser mal û milkê kesekî bûye şehadet? Kurd ji bo parastina jiyan, namûs, ax û ola xwe têdikoşin. Li gorî Quran û hedîsan şehîd kurd e. Dagirker ne şehîd e. Kesekî ku mal û milkên kesekî din didize yan talan dike, ne şehîd e. Ev yek li dijî Îslamê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Em ê pirsgirêkên Êlihê bi hev re çareser bikin
Nûçeya Pişt re PKK: Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan

Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

Li Stenbol û Enqereyê ji bo bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî hatin lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Liceyê bertek nîşanî projeya GES’ê hat dayîn: Em ê jîngehên xwe biparêzin

Li dijî projeya GES ku tê plankirin li gundê Dêrqamê ya Licê bê çêkirin, daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Îtalya, Brîtanya û Îrlandayê li sedan dibistanan gefa bombeyê hate xwarin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kongo ya Demokratîk şewba Ebolayê: 5 hezar 387 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?