Şandeyeke Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna peymana 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de îro derbasî Hesekê bû.
Şande bi hemahengiya Asayîşa Kantona Cizîrê berê xwe da avahiya Trafîkê ya bajar. Piştî şande derbasî Hesekê di navbera wê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn civînek girtî hat lidarxistin.
Beriya ku civîn dest pê bike, rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî û rêveberê Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd Xelîl Elî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Mehmûd Xelîl Elî ku bi navê Siyamend Efrîn tê naskirin, got ew peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de bi cih tînin û diyar kir ku armanca vê peymanê rawestandina şer û rêgirtina li pêşiya herikîna xwînê di navbera her du aliyan de ye, her wiha anî ziman ku şer zirar dide her du aliyan.
Mehmûd Xelîl Elî bi bîr xist ku gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve zêdetirî 22 hezar şehîd û zêdetirî 30 hezar birîndar di şeran de dane û destnîşan kir ku wê xwîna wan şehîd û birîndaran vala neçe.
Xelîl Elî da zanîn ku ji bo xebatên entegrekirinê komîteyek hatiye avakirin û ev komîte hatiye herêmê da ku entegrasyonê temam bikin, piştre vegere cihê xwe.
Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî jî got: “Ez bawer dikim ku ev hemahengî dê nakokiyan ji holê rake. Rojên pêş dê teqez aramiyê pêk bîne.”
Piştî bersiva pirsên rojnamevanan civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

