Ciwanên Başûr ên tevli seferberiyê bûne li eniyên şer li kêlek YPJ, YPG û QSDˊê di mewziyan de cihê xwe girtin.
Ji ciwanên Başûrê Hîwa Elî got: “Em ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya Rojava, birayên xwe û gelê Kurd, tevli seferberiyê bûn. Îro li vir cenga parastina hebûnê li hember hemleyên qirkirinê yên li dijî Kurdan heye.”
Elî got, “Berxwedana ku îro gelê Rojava dike berxwedana parastina xaka Kurdistanê û gelê Kurd e. Ji erka me ye weke gelê Kurd em li hember hemleyên qirkirinê piştevaniyê bidin vê berxwedana pîroz. Ger em îro li dijî van êrişan nesekinin û me planên dijmin neşikandin, wê demê wê li tevahî parçeyên Kurdistanê di serî de jî li Herêma Kurdistanê, belav bibe.”
Hîwa Elî bang li tevahî gelê Kurd ê li seranserî cîhanê kir ku bi lez tev li berxwedana Rojava bibin, bikevin xendekên şeref û rûmetê, parastina hebûn, dîrok û xaka xwe li hember planên dijmin bikin.

