Li Şengalê di salvegera 27’emîna ya Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de ku li hemberî Rêber Apo hatibû pêkanîn, bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) bi meşeka girseyî hate şermezarkirin. Meşa ciwan ji ber navenda ciwanana Şehîd Fedakar Şengalî, heta dewreya Pîranî (yermuk) dom kir û li dewreya Pîraniya ciwanan daxuyaniyek dan.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo hate hildan û bê navber dirûşim hatin qîrkirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Şoreş Şengalî va hate dayin.
‘AZADİYA FİZİKÎ YA RÊBER APO AZADİYA ÊZÎDİYA E’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêber Apo komployeke navnetewî hate pêşxistin. Ev komplo di heman deme de êrişeke li hemberî azadiya gelên rojhilata Navîn bû.
Rêber Apo bi pêşxistina paradigmaya Netewa Demokratîk komplo vala derxist. Felsefa Netewa Demokratîk bu heviya hemû gelan û bi taybetî gelê Êzîdî.
Em wekî ciwanên Êzîdî komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û di bêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Êzîdiya ne.”
Meş bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Em Ciwan Fedayê Ocalanin’ dawî bû.

