Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hate kirin meşek meşaleyî li dar xistin.
Di meşê de nûnerên saziyên civaka sivîl û şêniyên Tirbespiyê beşdar bûn. Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanên şoreşger rakirin. Meşvan ji pêşiya navenda ciwanan ber bi naveraste bajêr meşiyan.
Li wir daxuyaniyek ji hêla endama ciwanên şoreşger û jinên ciwan Sefa Hesen ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi tundî komploya navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komploya 15’ê Sibatê, heman komploya îro li ser Rojava tê kirin û hat gotin, “Tu kes nikare îradeya me têk bibe, em ê bi ruhê ciwanan li ber xwe bidin. Wek ciwanan hetanî azadiya Rêber Apo pêk were em ê her dem li qadan bin.”

