Di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Newrozê de xelkê taxa Mişêrfê yê bajarê Hesekê, xelkê Til Temirê, xelkê gundê Xirbê Cuha yê Çilaxayê û gundê Gir Ziyaret Çolî yê Girkê Legê di nava coş û moraleke mezin de agirê Newrozê vêxistin.
Di heman demê de Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan meşaleyan, hilkişiyan ser çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê û agirê Newrozê vêxistin.
Li qadên pîrozbahiyê alên YPG, YPJˊê û wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin.
Di çalakiyan de girseya gel, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bi cil û bergên Kurdî amade bûn.
Girseyê li ber stranên şoreşgerê li derdora agirê Newrozê govend gerandin.

