Li ser banga Rêber Apo, Koma Aştî û Civaka Demokratîk li herêma Şikefta Casenê ya bejahiya Silêmaniyeyê merasîma çek îmhakirinê li dar xistin. Di merasîma ku 250 temaşevan beşdar bûn de koma gerîlayan ji nav çiyan hatin qada merasîmê. Gerîlayên ku ji 15 jin û 15 mêran pêk dihat, bi awayê rêzekî hatin qada merasîmê. Merasîm di saet 11:25’an de dest pê kir û 11:45’an de bi dawî bû. Bi rabûna temaşevanên merasîmê re li qadê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di merasîmê de piştî axaftina Hevseroka KCK’ê Besê Hozat, çek di nava qazanekî de hatin şewitandin.
Gelê Kurd ku li ser ekranan temaşeyî merasîma ku ji aliyê milyonan ve hate şopandin kirin, bi hestekî zêde berê xwe dandîmen û wêneyên ku hatin dayîn. Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Kurdistanê li hev civiyan û li saziyan temaşeyî dîmenan kirin. Dayikan hem pir bi heyecan bûn û hem jî xemgîn bûn. Dayikan ji aliyekî ve dua kirin, ji aliyekî ve jî bi hêstirên kêfxweşiyê temaşeyî gava ku ji bo têkoşîna aştiyê hate avêtin kirin. Dayikan gava dîrokî wiha şirove kirin: “Duayên me qebûl bûn. Niha dora dewletê ye, divê gava bê dewletê biavêje. Li vî welatî divê êdî ne hêstir, lê aştî serwer be.”
‘EV DÎMEN JI BO AŞTIYÊ LI CÎHANÊ BIBE MÎNAK’
Dayikên Wanê yên ku bi heyecanekî mezin temaşeyî dîmenan kirin, hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Dayika Aştiyê Gulistan Kaya bilêv kir ku ew hem kêfxweş û hem jî xemgîn bûye û wiha pêde çû: “Canê me şewitî, em dixwazin canê ti kesê din neşewite. Ev gavekî mezin bû. Piştî vê gavê divê dewlet jî gavên cidî biavêje. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Bila her tişt bi aştî û bedewiyê be. Îro çek ji bo ku zêdetir xwîn neyên rijandin, hatin şewitandin. Ev dîmen xemginiyekî mezin di me de çêkir, lê me ti car dev ji daxwaz û hesreta xwe ya aştiyê berneda. Gundên Kurdan hatin şewitandin, zilm dîtin, lê tevî vê jî hîna em dibêjin ‘aştî.’ Ev şer û xwîn wê heta ku derê here? Yekane daxwazê me serweriya aramî û wekheviyê ye. Ev wêne li cîhanê bibe mînaka aştî û rûmetê. Hemû cîhan careke din têkoşîna Kuran û daxwaza wan ê mafdar dît.”
‘ME BI DAXWAZA AŞTIYÊ DUA KIR Û TEMAŞEYÎ DÎMENAN KIR’
Hanîfe Kaçak jî ev tişt got: “Em vê rojê diyarî jin û kesên xwedî wîjdan dikin. Me van rojan dît û ji bo me rojekî serbilindiyê ye. Me bi salan bi hêviya dîtina aştiyê têkoşiya. Bi milyonan îro daxwaza xwe ya aştiyê ji nû ve qiriyan. Her tişt li aliyekî, me Rêbertiya xwe dît. Ji bo vî gelî dîmenên ku me di rojên dawî de dît, pir girîng e. Me ji bo van rojan têdikoşiya, lê me hêvî nedikir em bibînin. Lê bi hêvî û aştiya ku afirand re tiştên ku mirov bawerî pê nedianîn çêbûn. Me şer û zehmetiyê dît, lê bila nîfşê li pey me van jiyan nekin. Ev wêneyên îro û her tişt ji bo nîfşên bê û ji bo zarokên Kurd jiyaneke baştir, azad û wekhev bijîn, hat kirin. Çek jî bi vê armancê hatin hilgirtin, lê îro hemû cîhan gelê Kurd nas kir û daxwazên wan bihîst. Ev hêviya aştiyê diyarî Sirri Sureyya Onder û gelan be. Bila hemû gel dest bidin hev û piştgirî bidin vê pêvajoyê. Dawiya vî şerî tinebû, ji ber vê yekê dema aştî û mêzeyê ye. Ez gerîlayên ku çek îmhakirin pîroz dikim û silavên xwe dişînim. Em her çi dikin ji bo aştiyê ye, em ê ji niha şûnde jî bi heman rengî dewam bikin. Me ji bo avakirina vê aştiyê dua kir. Ji bo qebûlbûna van duayan çi ji destê me tê em ê bikin.”
‘BILA NIFŞÊN LI PEY ME DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN’
Medine Kiyak jî axivî û wiha got: “Em dayik gelek êş kişandin, kezaba me pir şewitî. Em tenê aştiyê dixwazin. Piştî peyama ku di hefteya dawî de hat, ev dîmen dilê me hemû rehet kirin. Piştî vê gavê bila Erdogan destê xwe deyne ser wîjdana xwe û ji bo aştiyê bêdeng nemîne. Me piştî van dîmenan her tiştî ji bîr kir. Ev dîmen ji bo me pir cuda û pîroz in. Êdî çi dibe bila bibe em ê van dîmenan ji bîr nekin. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe û dest bide vê aştiyê. Ne tenê dayikên Kurd, bila dayikên leşkeran jî daxwaza vê aştiyê bikin û dabikevin qadan. Piştî dîtina dîmenên şewitandina çekan, daxwaza me ya aştiyê zêdetir bû. Ev dîmen daxwaza bi rûmet a vî gelî ji nû ve eşkere kir. Me ev tişt jiyan kirin, lê bila yên li piştî me jiyan nekin. Bila vê carê pêvajo vala neçe. Bila vê carê aştî were avakirin û em li ser van xakan jiyaneke bi aram bidomînin. Rawestandina şer di destê her kesî de ye. Bila her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Me îro dîsa ji bo aştiyê dua kir. Me hem hêstir barandin, hem jî kêfxweş bûn. Êdî divê aştî bi perwerdeya bi zimanê dayikê, wekhevî û avakirina destûra bingehîn jiyanî bibe.”