Şemî, 25 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: ‘Mafê Hêviyê’ ne qenciye, erkeke qanûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên DYE’yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan: Em ji bo Rêber Apo li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwişka girtiya 30 salan: Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevrê Bêrîtan bi helwesta xwe xiyanetê têk bir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî zextên li ser jinên rojnamevan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber parvekirina Rojîn Kabaîş lêpirsîn li rojnamevan Dîlan Babat hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di 2024’an de 272 hezar tundiya navmalê ya li dijî jinan pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dayikên Aştiyê: Eger aştî wê pêk were, divê tam pêk were!
Jin

Dayikên Aştiyê: Eger aştî wê pêk were, divê tam pêk were!

Dayikên Aştiyê anîn ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdên ku bi salan e di nava şer de ne mizgînî ye û gotin, dora gavavêtinê ya dewletê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Herî zêde Dayikên Aştiyê xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin ku di şer de yên herî zêde berdêl dan ew bûn.

Dayikên Aştiyê ku bi hesasiyeteke mezin pêvajoyê dişopînin ji ANF’ê re axivîn. Dayikan anîn ziman ku dora gavavêtinê ya dewletê ye, divê sererastkirinên hiqûqî tavilê bêne kirin û gotin, “Eger aştî wê pêk were, divê tam pêk were. Em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin.”

‘CENAZEYÊ BIRAYÊ MIN HÎN JÎ LI KÊLEKA RÊYA GORISTANA KILYOSÊ YE’

Ji Dayikên Aştiyê Rewşan Doner bi bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û qurbaniyên Komkujiya Zîlan dest bi axaftina xwe kir. Rewşan Doner anî ziman ku weke malbateke ku şehîd û berdêl daye, ew pêvajoyê bi baldarî dişopînin û ew hewl didin êşa xwe bide aliyekî û aştiyê ava bike.

Rewşa Doner diyar kir ku cenazeyê birayê wê ku ji Goristana Garzanê hate derxistin, hîn jî li kêleka Goristana Kîlyosê ye, weke cenazeyê birayê wê gelek cenaze radestî wan nehatiye kirin û got, “Di sala 1999’an de apê min hate şehîdxistin. Piştî 2 salên din apekî min ê din hate şehîdxistin. Weke malbat me bi dehan gerîla şehîd dan. Gelek ji cenazeyan radestî me nekirin. Tenê sala 2013’an di pêvajoya diyalogê de Goristana Garzanê hilweşandin ku cenazeyê birayê min û bi sedan gerîlayan lê veşartî bûn. Li goristana ku bi dijminane êrîş birin ser cenazeyên 5 şehîdên me birin Goristana Kîlyosê û li kêleka rê veşartin. Wê demê Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da û diyar kir ku bi hinceta tespîtkirina nasnameya cenazeyan birin Saziya Tipa Edlî (ATK) lê belê li gel ku me DNA ya xwe dan jî cenazeyê birayê min nedan me. Cenaze hîn jî li kêleka rê ya li Kîlyosê ne.”

‘GAZINA JI KESÊN NAXWAZIN PÊVAJO BIMEŞE: BILA BI AQILANE TEVBIGERIN’

Rewşan Doner ku bandora herî giran a şer lê bû, gazin li wan kesan kir ku naxwazin pêvajoya nû bi rê ve biçe.

Doner ku medya dîjîtal dişopîne got, “Yek ji leşkerên ku çend hefte berê ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest da ji Bedlîsê bû. Birayê wî daxuyanî da û got, ‘Bavê min û ez bi salan e cerdevaniyê dikin. Navê me jî binivîsînin, em ê jî biçin operasyonê’. Ez careke din ji vir ji wan re dibêjim; bila bi aqilane tevbigerin. Bi milyonan Kurd û Tirk li vî welatî ne, bi hezaran Kurdan berdêlên giran dan, gund hatin şewitandin, em koçber bûn, weke dayikên ku kezeb şewitî ye, li gel her tiştî em dibêjin aştî, xwişk û biratî, demokrasî, yekîtî û hevgirtin.”

‘BANGA RÊBERTÎ JI BO ME MIZGÎNÎ YE’

Rewşa Doner diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dayikan gelekî girîng e û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê bangê derkeve.

Rewşan Doner anî ziman ku PKK ji ber polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewletê ava bû û got, “PKK ji bo em Kurd bibin xweedî gotinê û bi rûmet bijîn, ava bû. Bi saya vê têkoşînê yên ku dixwestin me asîmîle bikin hebûna me nas kirin. Ji sala 1993’an heta bi 2025’an weke gelê Kurd me timî aştî xwest, em li muxatab geriya lê me nedît. Weke dayikan banga 27’ê Sibatê ya Rêbertî li ser serê me ye. Ji ber vê yekê em bi banga aştî û civaka demokratîk re ne. Ji bo me dayikan mizgînî ye, lewma em ê vê mizgîniyê dewam bikin.”

‘YÊN KU ÇEK ŞEWITANDIN DIVIYABÛ BI HEYETÊ RE VEGERIYA BÛNA’

Rewşan Doner bi bîr xist ku PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe îmha kir û diyar kir ku niha dora gavavêtinê ya dewletê ye.

Rewşan Doner destnîşan kir ku pêvajo divê bi garantiya hiqûqî bê ewlekirin û got, “PKK’ê xwe fesix kiriye, ji bo pêvajoyeke nû ya gelê kurd gava destpêkê avêtiye. Niha ji bo pêvajoyê kar hene ku divê bi rengekî qanûnî bêne kirin. Lewma daxuyaniya ku Serokkomar AKP’ê li kampa Kizilcihamamê kir li gorî pêvajoyê kêm e. Koma Aştî û Demokrasiyê ya ji 30 kesî ku çekên xwe şewitand, diviyabû bi heyetê re vegeriya bûya. Diviyabû Erdogan ev garantî bida. Garantiyên hiqûqî yên pêwîst hîn nehatine dayin. Divê tavilê gav bêne avêtin. Eger dem dema guherîn û veguherînê ye divê dewlet jî biguhere û veguhere. Gerîlayên ku çek danîne divê vegerin gel malbatên xwe û karibin siyasetê bikin. Em weke dayik dixwazin tavilê gav bê avêtin. Em dixwazin ku aştiyeke bi rûmet pêk were. Divê sererastkirin tavilê bêne kirin û her kes karibe bi rengekî xwişk û biratiyê li vê xakê bin. Çawa ku li Çanakkale û Sarikmaşi me li gel hev şer kir û ev xak bi hev re qezenç kir, divê em karibin li ser vê xakê bi xwişk û biratiyê, bi rengekî wekhev bijîn.”

‘ŞIKEFTA CANESÊ BILA BIBE MUZE’

Rewşa Doner destnîşan kir ku Şikefta Canesê ya li Silêmaniyeyê ya ku merasîma xatirxwestina ji çekan lê pêk hat, divê bibe muze û got, “Ji bo azadiyê û pêkanîna aştiyê em hewl didin. Em spasiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Koma Aştî û Civaka Demokratîk a pê re dikin.”

‘YÊN KU HATIN TALANKIRIN, SIRGÛNKIRIN Û ÊŞKENCE LI WAN HATE KIRIN TIMÎ EM BÛN’

Feleknas Karabaş diyar kir ku gundê wan ê li Bedlîsê ji ber ku ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin ew neçar man bi malbatî koçî Stenbolê bikin. Feleknas Karabaş ragihand ku li sirgûnê wan gelekî êş ji rêyên girtîgehê kişandin û got, “Me berdêlên mezin dan, gundê me hate şewitandin. Dewletê gelekî êşkence li me kir. Yên ku hatin talankirin, sirgûnkirin, êşkence li wan hate kirin timî em bûn. Dema ku em ber bi Stenbolê hatin sirgûnkirin me gelekî tehde dît. Hevjînê min 7 salan li girtîgehê hate ragirtin. Ji ber êşkenceyê diran û qefesa sînga wî şikestin. Ji Sîlîvrî sirgûnî Îzmîrê hate kirin. Di çûn û hatina girtîgehê de me gelekî zorî kişand. Timî heqaret li me dihate kirin. Li gel vê êşa giran em timî aştî, yekîtî û hevrebûnê dixwazin.”

‘BAWERIYA ME YA BI RÊBERTÎ Û GEL TAM E’

Feleknas Karabaş anî ziman ku baweriya wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam e û got, “Baweriya me ya bi Rêbertî tam e, baweriya me ya bi gelê me re tam e. Eger em dewletê û gelê Kurd bînin beramberî hev, yên ku êşkence dîtin em bûn. Yên ku zilm û êşkence dîtin em bûn, lê li gel vê yekê jî em aştiyê dixwazin, em li benda wan e ku gavekê biavêjin. Heta ku ew êrîşî me nedin ji aliyê me ve wê gavek ber bi şer ve neyê avêtin. Em alîgirê aştiyê ne. Lê belê em dixwazin ev aştî bi rûmet be. Kurd, Tirk xwişk û bira ne û eger Misilman Misilmanan bikuje ev kar nabe.

Ez bi taybetî ji vê derê bang li cerdevanan dikim; we rahiştine wan çekan û hûn xwişk û birayên xwe dikujin. Pereyê ku hûn dixwin heram e, ne heca ew tê qebûlkirin ne jî nimêja we. Axaftina we jî rast nîne.

Di heman demê de ji vê derê bang li cîhanê dikim; aştiyeke bi rûmet wê bi destê me pêk bê. Baweriya me ya bi Rêberê me tam e, baweriya me ya bi gelê me tam e. Me gelekî kişand, em hatin sirgûnkirin êşkence li me hate kirin, em hatin girtin, lê dîsa jî em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin, em li bendê ne ku dewlet a ku timî bi dijminane nêzî me dibû, êdî destê xwe dirêj bike.”

‘EM DIXWAZIN ZAROKÊN XWE HEMBÊZ BIKIN’

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz destnîşan kir ku ew dixwazin temenê xwe yê bi têkoşînê derbas bûye bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin.

Fatma Yilmaz diyar kir ku 12 sal in ew agahiyê ji kurê xwe yê derketiye çiyê wernagire, çavê wê timî li rê ye û got, “12 sal in li çiyê kurekî min heye. Nizanim bê sax e yan na. Min nekarî agahiyekê jê werbigirim. Çavên min timî li rêya wî ye. Bila êdî dayik negirîn, xwîn nerije, zarok nemirin. Heta ku aştî pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Rêbertî banga xwe kir, ji bo aştiyê gav avêt, her tişt anî ziman, ya ku divê bê kirin nîşan da. Bila dewlet êdî gavekê biavêje û sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst bike. Bila dayikên leşker û gerîla bibin yek û di aştiyê de israr bikin. Bila xwîna tê rijandin êdî bisekine, rondikên dayikan bisekinin. Em dixwazin xwe bigihînin zarokên xwe, hembêz bikin. Em naxwazin ku dema hatin bêne girtin. Eger aştî wê pêk were divê tam pêk were. Me gelek rondik barand, êdî bes e. Em bi şev û roj ji bo zarokên xwe digirîn. Em hêvî dikin ku ev şer bi dawî bibe û hemû bi hev re rûnên û aştiyeke bi rûmet pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 8 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Xamaney: Li hemberî êrîşên li ser Xezeyê divê helwesteke şênber bê nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya ji bo Hatîce Onaran: ‘Ger sûc be em hemû jî sûc dikin’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo parêzvana mafên mirovan Hatîce Onaran ku…

Ji aliyê Stêrk TV

NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin

Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) têkildarî şerê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em aştiyê dixwazin, dev ji zimanê xwe jî bernadin’

Xwişka Şehîd Karker Masîro, Gûrbet Taş diyar kir ku ew li gel pêvajoya ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?