Sêşem, 3 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li girtîgehên li Îranê dermanekî bi guman didin girtiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Peymana bi Şamê re bi saya Birêz Ocalan pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora OHD’ê: Di protestoyan de 842 kes hatin binçavkirin, 118 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê: Di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baweriya gel a bi pêvajoyê kêm bû: Sererastkirinên qanûnî divê bi lez bikevin meriyetê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê tabûra jinan hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin
Jin

Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

Dayikên Aştiyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan piştgirî dan Rojava û gotin, "Eger rewş bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran daxuyanî da.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê daxuyanî li Parka Karayollari hate dayin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Yek e yek e yek e! Gelê Kurd yek e” hatin qîrîn.

Dayika Aştiyê Gûrbet Tekîn diyar kir ku ti cudahî di navbera HTŞ û DAÎŞ’ê de nîne û got, “Yên ku keziyên keçên me jê dikin, yên ku wan ji qatên sêyemîn diavêjin, serê wan jê dikin, van hemûyan bi navê Misilmantiyê dikin. Lê belê ev Misilman nînin, hovîtî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê û sermayê jiyana xwe ji dest didin. Li deriyê sînor ê Kobanê 5 roj in qemyonên alîkariyê têne rawestandin. Em bang dikin ku derî tavilê vekin. Eger bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin.”

AMED

 Li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber AZC Plazayê daxuyaniyek hate dayin. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate hildan.

Dayika Aştiyê Havva Kiran daxuyanî da û got, “Rojava xeta me ya sor e. Di pêvajoya Kobanê de bi hezaran ciwanan ji bo azadkirina wê derê berdêl dan.”

Havva Kiran diyar kir ku hewl tê dayin di navbera Kurd û Ereban de şer bê derxistin û anî ziman ku Dayikên Aştiyê ew ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Havva Kiran işaret bi dorpêça li ser Kobanê kir ku li gel peymana hatiye mohkirin jî dewam dike û got, “Hûn çima keziyên jinan jê dikin. Em tayek porê keçên xwe bi tevahiya cîhanê naguherin. Eger ev jin ji bo azadiya vê xakê şer dikin, em bi hurmet nêzî wan dibin.”

Havva Kiran têkildarî bûyerên li Rojava bang wan welat û saziyên navneteweyî kir û got, “Dema mijar dibe Kurd hûn çima edalet û hiqûqê bi cih nînin?” Havva Kiran destnîşan kir ku Kurd dixwazin bi rengekî azad, bi her kesî re wekhev bijîn.

ÎZMÎR

Dayikên Aştiyê li Îzmîrê jî li ber avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de tim û tim dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn.

Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û got, “Şîrê zarokan nîne, kinc nîne ku li xwe bikin. Em dixwazin li gorî peymanê tevbigerin. Em dixwazin dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Qemyonên alîkariyê yên hatine amadekirin ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê bêne derbaskirin. Weke Dayikên Aştiyê heta ku em sax bin em ê li ber şer rabin. Em ê xwişk û biratiya gelan bixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em hevdîtinên li Rojava bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo destpê bike. Em dixwazin xwişk û biratiya gelên Kurd û Ereb, gelên Kurd û Tirk pêk were.”

WAN

Daxuyaniya li pêşiya Baroya Wanê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Dayikan dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” qîriyan. Bi navê dayikan Saadet Oklu axivî û destnîşan kir ku divê êdî şer biqede û qirkirina li ser Kurdan bi dawî bibe. Saadet Oklu got, “Ji ber dorpêça li Kobanê zarok dimirin, mirov nikarin derman û avê peyda bikin. Di vê mijarê de divê hemû dewlet bi berpirsyarî rabin. Em vê helwesta dewletan a li hemberî Kurdan ti carî qebûl nakin. Bila dagirkerî bê rakirin û alîkariya li ber derî bigihêje wê derê. Em dixwazin ku têkildarî pêvajoya aştiyê ya saleke dewam dike êdî gav bê avêtin. Bila azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were, welatê me aram bibe.”

STENBOL

Li Beyoglû ya Stenbolê li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Dayika Aştiyê Rewşan Doner axivî û got, “Li Kobanê zêdeyî 600 hezar mirov dorpêçkirî ne. Av, nan, elektrîk nîne. Di sedsala 21’ê de zarokên Kurd ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin; bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Peymana bi Şamê re bi saya Birêz Ocalan pêk hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

7 kesên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin binçavkirin

7 gundiyên ku komên DEDAŞ’ê yên çûn gundê Sipyagê yê Xana Axparê protesto kirin, hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê hate dadan

Agirê Newrozê yê li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şêniyên Kobanê 5 lehengên xwe spartin axê, 7 jî bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li girtîgehên li Îranê dermanekî bi guman didin girtiyan’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Doktorên Sînornenas ji bo piştgiriya bi Rojava re li Dihokê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?