Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bizanin û bi dawaza darizandina faîlan, çalakiya xwe ya 1126’an li Qada Galatasarayê ya li Beyoglû ya Stenbolê lidar xist.
Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Toraman (24) hate pirsîn ku 27’ê Cotmeha 1991’an li ber mala xwe ya li Kocamustafapaşa ya Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate windakirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin, hatin hildan.




