Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe edalet xwestin
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe edalet xwestin

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê beriya 32 salan hatî qetilkirin, banga edaletê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dayikên Şemiyê 1063’yemîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê ya li Beyoglûya Stenbolê lidar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî pirsîn û daxwaza darizandina sûcdaran kirin. Di çalakiyê de ku gelek parêzvanên mafên mirovan û welatî beşdar bûn, wêneyên kesên di binçavan de windabûyî hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di binçavan de bi êşkenceyê hat qetilkirin doza edaletê hat kirin.

Endama Komîsyona Windabûnên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zeynep Yildizê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Zeynep Yildizê bi bîrxistina komîsyona ku di 5’ê Tebaxê de li meclisê hat avakirin, dest bi axaftina xwe kir û got: “Ger ev komîsyon, wekî ku Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir, têgihîştinek temsîl dike ku tê de rastî nayê înkarkirin, hest nayên paşguhkirin û siyaset wêrekiya hilberandina çareseriyan nîşan dide, em, Dayikên/Mirovên Şemiyê, daxwaz dikin ku em werin guhdarîkirin. Ji ber ku hebûna Dayikên Şemiyê şahidiya xwînrijandina berdewam a bûyerên berê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi qebûlkirina vê rastiyê û naskirina êşa ku bûye sedema xwînrijandinê ne mimkun e. Ji bo vê yekê, divê pêşî deng û daxwazên kesên ku têne bêdengkirin werin bihîstin.”

Zeynep Yildiz ku diyar kir rojnamevan Ferhat Tepe yê 19 salî ku ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî, 32 sal berê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin û got ku Ferhat Tepe hewl dida ku dengê kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin bide ragihandin. Zeynep Yildizê got: “Di 28’ê Tîrmeha 1993’an de, Ferhat li navenda bajarê Bedlîsê ji aliyê sê çekdaran ve hat revandin. Lê tevî daxwazên berdewam ên malbat û rojnameya ku ew lê dixebitî, hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar girtina wî red kirin.

Piştî revandinê, kesekî telefonî malbata Ferhat Tepe kir û îdia kir ku Ferhat Tepe ji aliyê endamên Tugaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin û divê bavê wî, Îshak Tepe, ji serokatiya DEP’ê ya BEdlîsê îstifa bike û ji bo serbestberdana lawê xwe milyarek TL pere bide. Îshak Tepe bi raya giştî re parve kir ku wî dengê kesê di telefonê de nas kiriye ku dengê Fermandarê Tugaya Tetwanê Korkmaz Tagma bûye ku vê dawiyê di civînekê de gef li wî xwaribû, nas kiriye.”

Zeynep Yildiz tekez kir ku Ferhat Tepe 13 roj piştî windabûna wî bi hovane hat êşkencekirin û mirî hat dîtin û diyar kir ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Xerpêtê hatiye dîtin. Zeynep Yildiz got, “Li gorî qeydên fermî, Ferhat li Gola Hezarê ku bi qasî 400 kîlometreyan dûrî cihê ku lê hatibû revandin, çûye avjeniyê. Lê ji ber ku nikarîbû avjeniyê bike, xeniqiye û ji hêla masîgiran ve hatiye dîtin. Lê belê, li ser cenazeyê Ferhat Tepe nîşanên êşkenceya giran hebûn. Wekî din, 14 şahid hebûn ku şahidiya revandina wî kirin û îfade dan ku wan şahidiya lêpirsîna wî ya di bin êşkenceyê de li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Dîyarbekirê kirine. Tevî vê yekê, rêyên hiqûqî yên navxweyî bêencam man. Ji ber vê yekê, malbatê serî li DMMEyê da. DMMEyê di lêpirsîna Ferhat Tepe de “kêmasiyên ecêb” dît. Wê Türkiye mehkûm kir û dît ku hikûmetê, belge û şahidên pêwîst ji bo ronîkirina dozê asteng kiriye. Di serlêdana dawî ya malbatê de, Dadgeha Destûrî di 16’ê Hezîrana 2016’an de biryar da ku dozgeriya doza Ferhat Tepe talîmatên berbiçav ji bo berfirehkirina lêpirsînê nedaye, gavên ji bo zelalkirina dozê neavêtine avêtin û birara bipêkrina maf heye da.  Lêbelê, ji ber ku dem zêde di ser dozê re derbasbibû dadgehê vekirina dozê ji nû ve asteng kir.”

Zeynep Yildiz got, “Di encamê de, wekî ku DMME’yê diyar kiriye, ‘berxwedana dadwerî ya bi zanebûn a li hember lêpirsînek bi bandor’ di qanûna navxweyî de heta roja îro berdewam kiriye. Pêvajoya dadwerî bûye sedema bêcezatiyê ji bo kesên ku Ferhat Tepe bi êşkenceyê kuştin û cenazeyê wî winda kirin. Di salvegera 32-an a windabûna Ferhat de, em careke din tekez dikin: Sîstemeke dadweriyê ya rastîn ne tenê sûcdaran ceza dike, lê di heman demê de pêşî li sûcên pêşerojê jî digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê yek ji gavên herî girîng e ji bo bicihanîna edaletê. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Ferhat Tepe û ji bo hemû kesên ku hatine windakirin bernedin.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Gaboneyê cihên ku di kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin, nîşaneya çi ne?
Nûçeya Pişt re Naskirina statuya Şengalê wê fermana 74’an bi dawî bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

812 kes ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê

233 malbatên ku ji 812 kesên Iraqî yên li Kampa Holê pêk tên, vegeriyan Iraqê.

Ji aliyê Stêrk TV

YRK-HPJ: Em amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojava bibin

Fermandariya YRK û HPJ’ê ragihandin ku ew amade ne tevlî şer û berxwedana Rojava bibin…

Ji aliyê Stêrk TV

KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

KJAR’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê de diyar kir ku berxwedana jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?