Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlên wan, cara 1024’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Tevî nûnerên Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasiyê ya Stenolê gelek aktîvîstên mafparêz jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ê 18 salî yê ku di 2’yê Mijdara 1996’an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatî windakirin û Ramazan Tekîn ê 65 salî hate pirsîn.
Jı Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Jiyan Tosun di çalakiyê de axivî û di destpêka axaftina xwe de desteserkirina şaredariyan şermezar kir û got: ‘’Desteserkirina şaredariyan li hemberî îrade û mafê hilbijartinê êrîşeke mezin e.’’
Jiyan Tosûn di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wan Mehmet Şirîn Bayram û Ramazan Tekîn ên ku beriya 28 salan di bin çavan de hatine windakirin, ji bîr nekirine û çîroka Bayram û Tekîn xwend.
Di çalakiyê de nameya Halîme Bayram a xwişka Mehmet Şirîn Bayram ji aliyê Seroka ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin.