Dayikên/Mirovên Şemiyê, ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi darê zorê hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û daxwaza darizandina faîlan bikin, di hefteya 1113’yan de çalakiya xwe ya hefteyî li Qada Galatasaraya Beyoglûya Stenbolê lidar xistin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, yên hatine qetilkirin û qerenfîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo darizandina faîlên Abdulbakî Bîrlik, Kemal Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk û Zekî Alabalik yên di sala 1995’an de li Mêrdînê hatine qetilkirin bang hat kirin.

