Hevserokên DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Em ji welatiyên me yên ku di şewata duh êvarê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em ji ber bi sedan giyandarên ku ji ber agir bandor bûne û mirine xemgîn in.”
Daxuyanî wiha dewam kir: “Ji kêliya yekem a şewatê ve şaredariyên me yên Amedê, Mêrdîn û Wanê û şaredariyên navçeyên derdorê hemû wesayît û alavên xwe seferber kirin û mudaxaleyî şewatê kirin. Piştî şewatê şaredariyên me ji bo pêdiviyên bingehîn ên gelê herêmê bi cih bînin maseya krîzê ava kirin û bi lez û bez alav û amûrên bingehîn ên wekî şorbeyên gerok û konên jiyanê radestî qadên şewatê kirin. Wekî din, şaredariyên me ji bo lênihêrîna giyandarên ku ji ber şewatê bi giranî bandor bûne beytar wezîfedar kirin. Hevserokên DBP’ê, wekîlên me, hevşaredar, rêxistinên bajar û navçeyan û dînamîkên bajaran yekser berê xwe dan herêmê, bi gelê me re mudaxaleyî şewatê kirin û êşa gelê me parve kirin. Di demên pêş de şaredariyên me dê di warê peydakirina pêdiviyên welatiyan de erkên xwe bi cih bînin.
Agahiyên destpêkê yên ji herêmê diyar dikin ku dewletê dereng bersiva şewatê daye. Ji aliyê din ve mexdûrên şewatê û welatiyan bertek nîşanî daxuyaniya walîtiya Amedê ya ku gotibû şewat ji ber şewitandina pirêzeyan derketiye, dan û diyar kirin ku ji ber ku têlên elektrîkê yên ku bi salan nehatine temîrkirin li hev ketin û bûye sedema şewatê. Divê demildest lêkolînên pêwîst ji bo eşkerekirina sedema vê karesata mezin bê destpêkirin û zerar û ziyanên gundiyên ku ji ber şewatê bandor bûne bên tesbîtkirin û bicihanîn. Ji bilî vê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi welatiyên di vê şewatê de zirar dîtine re dinava tevkariyê de bin.
Dema ku me qala şewatê dikir, em hîn bûn ku li Erganiyê şewateke mezin derketiye. Hêviya me ew e ku bi lez mudaxele li rewşê were kirin û demildest were kontrolkirin. Em ê ti carî gelê xwe yê di şewatê de bi tenê nehêlin; em ê êşa xwe bi hev re parve bikin û birînên xwe bi hev re derman bikin.”