Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê têkildarî êrîşên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Gelê Tirkiyeyê ji meha Cotmeha sala borî ve ji nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hêviyek mezin û coşeke mezin hîs kiriye û bi hemû hêza xwe piştgirî daye pêvajoyê û di daxwaza aştî û welatek demokratîk de bûne yek. Desthilat bi êrîşên xwe yên leşkerî û siyasî hêviyên bi milyonan mirovan a aştî û demokrasiyê dişkîne.
Di rojên dawî de gelek kesên ji bo rawestandina pevçûnan çûn Bendava Tişrînê di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Em bi xemgînî hîn bûn ku komedyen û şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di van êrîşan de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Bavê Teyar hunermendekî di dilê bi milyonan Kurdan cih girt. Em sersaxiyê ji malbata Teyar û xizmên wî û gelê Kurd re dixwazin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Bi vê boneyê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi rojan e li Bendava Tişrînê parastina xaka xwe dikin û ji bo bidawîkirina êrîşan çalakiya mertalên zindî pêk anîne, silav dikin û hestên xwe yên hevgirtinê parve dikin.
Em desthilatê hişyar dikin; dest ji êrîşên li ser gelê Kurd, sazî û aştîxwazan berdin. Ev polîtîkayên êrîşkar ên desthilatê nîqaşên çareseriyê jehrî dikin.
Em bang li milyonan welatiyan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî êrîşên desthilatê yên bi armanca ji holê rakirina aştiyê pêk tîne bertekên xurt ên demokratîk nîşan bidin.”