Di daxuyaniya ji aliyê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê ve hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Hevşaredarê Avkevir Mehmet Alî Bûdak duh daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku ji partiya me îstîfa kiriye. Di daxuyaniya navborî de partiya me hatiye tawanbarkirin û bêbextî hatiye kirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Xelkê Avkevir di hilbijartinên 31’ê Adarê de çûn ser sindoqan û tercîha xwe ji bo DEM Partiyê bi kar anîn û ji bo ku şaredarî ji aliyê DEM Partiyê ve were rêvebirin, îradeya xwe nîşan da. Xelkê Avkevir wê Mehmet Alî Bûdak weke xayîn û tirsonek bi bîr bîne. Ev şexsê ku xwedî kesayeteke bi vî rengî, encex wê zirarê bide xelkê Avkevir. Xelkê Avkevir tenê hêvî dike ku Bûdak ji wezîfeya xwe ya serokatiya şaredariyê îstîfa bike.”