Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ku dema doh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin.
Polîsan Nedîm Orûç serê sibehê bêyî ku îfadeya wî bigirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Dema binçavkirinê ya Nedîm Orûç rojekê hate dirêjkirin.
Hate zanîn ku derbarê dosyaya Nedîm Orûç de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran û biryara nepenîtiyê hatiye dayîn.

