Sêşem, 10 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyonê pêşnûmeya rapora xwe ya dawî ji partiyan re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Sêrtê bi ser malan de hate girtin: Herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rozerîn Kalkan a piştî 10 salan hate berdan, vegeriya Mêrdînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji kesayetên Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd ji her rewşê re amade bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Demirtaş: Bawerî û piştgiriya min bi Abdullah Ocalan re heye
Rojane

Demirtaş: Bawerî û piştgiriya min bi Abdullah Ocalan re heye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtina bi şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re got, "Bawerî û piştgiriya min bi birêz Abdullah Ocalan re heye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk pêk tê, bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye re hevdîtin kir. Selahattin Demirtaş piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de ev tişt got: 

“Xwişk û birayên hêja, bi wesîleya serdana şandeya me ya Îmraliyê ya DEM Partiyê, silav û hezkirinên xwe pêşkêşî hemû kesî dikim. Ez spasiya şandeya me dikim ku bi fedekarî û cidiyeteke mezin xebata xwe didomîne, ez jî radigihînim ku baweriya min bi partiya me DEM Partiyê û bi taybetî birêz Abdullah Ocalan ê ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê li Girava Îmraliyê di nava hewldanên mezin de ye, heye.

Mijara herî hesas a vê serdemê piştgiriyaraya giştî ye. Ji ber vê yekê zelalbûn pir girîng û pêwîst e. Girîng e ku şandeya me aliyên siyasî yên li Meclîsê agahdar bike û di rojên pêş de saziyên sivîl, derdorên siyasî û civakî agahdar bike. Her wiha girîng e ku zimanê aştiyê li hemû derdoran bi ser bikeve. Her kesê ku li ser van mijaran diaxive, divê ji gef, şantaj, heqaret û gotinên provokatîf dûr bisekine û li şûna ku li ser serketin û têkçûnê gotinên vala û bêwate biaxivin, li ser siberoja hevpar a ku her kes bi ser bikeve, biaxivin.

Her çi qasî bi israr xwe ji navkirina pêvajoyê dûr bixin jî, ji aliyê me ve ev pêvajo pêvajoya ‘Demokratîkbûn, Aştî û Xwişk û Biratiyê’ ye. Weke aktorên ku li ser bingehên demokratîk û aştiyane siyasetê dikin em dixwazin, daxwaz dikin û piştgiriyê didin bidawîkirina pêvçûn û tundiyê. Em diyar dikin ku ger şert û mercên birêz Ocalan pêk bên, di vê mijarê de însiyatîfê bigire em ê piştgiriyê bidin. Helbet însiyatîfa bangewaziyê bi wî re ye. Weke ku diyar kir ku berpirsyariya çêkirina bingeha qanûnî û siyasî ya bangewaziyê li ser milê hikûmet û parlamentoyê ye. Em di vê qonaxê de her cure piştgiriyê didin hewldanên aştiyê. Lê belê, yê ku vê bangê bike û muxatabê vê bangê ne em in. Weke siyasetmedar rol û mîsyona me xurtkirina bingeha aştiyê, cesaretê bidin aliyên aştiyêî teşwîq bikin û aştiyê hêsan bikin. Lê ji wê zêdetir berpirsiyariya me ya bingehîn ev e; ji bo demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û mafên bingehîn ên mirovan têkoşîna aştiyane, sivîl û siyasî berfireh bikin. Divê êdî rê û derfetên vê têkoşînê bên vekirin da ku bingeha aştiyê bê xurtkirin. Em dixwazin vê mijarê bigihînin kesên eleqedar.

Divê her kes bizanibe ku li holê niyeta baş heye û amadekariyên bi vê niyeta baş tên kirin hene. Lê belê ji bo ku pêvajo misoger bibe, divê gavên berbiçav bi lez û bez bên avêtin. Ji bo jiholêrakirina nakokiyên ku bi salan e li van axan bûne sedema êş û azarên nediyar û hemû enerjiya welat xerc kirine û ji bo bidestxistina aştiya siyasî em amade ne her cure piştgiriyê bidin.

Lê ger rêya aştiya siyasî bi awayekî ku hemû rêyên têkoşîna ji bo aştiya civakî, yanî demokratîkbûn, wekhevî, edalet û azadiyê were vekirin, wê bi kêrî her kesî û welat were. Bi vî awayî piştgiriya civakî ya ji bo aştiya siyasî zêde dibe û bi qebûlkirina piraniya gel wê hemû provokasyon û hewldanên têkbirina wê vala derbikevin.

Dîsa di vê heyama krîtîk û dîrokî de însiyatîfên ji bo aştiyê girtine ser xwe di serî de birêz Serokkomar, birêz Devlet Bahçelî, birêz Ozgur Ozel û hemû serokên partiyan re spas dikim. Ez diyar dikim ku ji bilî berjewendiyên şexsî û hizbî, ji xurtkirina demokrasiyê ez ê bê dudilî piştgiriyê bidim hemû gavan.

Di dawiyê de ez dixwazim bi taybetî vê yekê destnîşan bikim; herî zêde rûyê Kurdan ber bi Tirkiyê ve ye. Ez di wê baweriyê de me ku ger aştî û demokrasiyeke xurt were avakirin em ê bi hev re ji vê pêvajoyê serketî derkevin. Ji bo vê yekê ez hêvî û daxwaz dikim ku Komara Tirkiyeyê berê xwe bide Kurdan û aştiyeke mezin û bi rûmet pêk bîne.

Careke din spasiya şandeya me dikim, silav û hezkirinên xwe yên germ pêşkêşî we hemûyan dikim û serketinê ji we re dixwazim.

Selahattin Demîrtaş 11’ê Çileya 2025’an Girtîgeha Edîrneyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameya 2 kesên di êrîşa Qereçoxê de hatin qetilkirin eşkere bûn
Nûçeya Pişt re Ji bo pişgiriya QSD û YPJ’ê 7 tabûrên parastinê hatin avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îmamoglû bertek nîşanî darbeya qeyûm da

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîd Bager Kurdistan torena bîranînê hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG’ê Bager Kurdistan (Nûredîn Sîno) ê di 14’ê Hezîranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Denîz Poyraz hate bîranîn

Denîz Poyraz a li bînaya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, di 42'yemîn rojbûna xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di meşên li Hesekê û Dirbêsiyê de daxwaza mafên zagona bingehîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê ji bo ‘vegerê’ çû serdana Waliyê Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meşa li sê bajaran: Mafên Kurdan divê bi destûra bingehîn ewle bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?