Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 – 1947) 284 [2]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emînawe
Kurmancî kirin: Hesen Qazî
Rehîm Sultanyan di 24/7/1302yê Hîcrî (beramberî 17ê Cotmeha 1923an) li bajarê Sablaxê (Mehabad) Mukriyanê ji dayik bûye. Di serdema ciwaniya xwe de demekê li Miandûawê berpirsê firotina neft û benzînê bûye, ku destûra wê karî li Mehabad û Miandûawê di destê kesekî bi navê Hacî Salih Şatirî de bûye. Rehîm Sultanyan di malbateke siyasî de mezin bûye; bavê wî Mîrza Mistefa Sultanyan şêwirmendê Pêşewa Qazî Mihemed û alîkarê wî bûye di danûstandinên bi Qewamusiltene re derbarê daxwazên gelê Kurd. Rehîm Sultanyan yek ji wan kesan e ku bi çalakî hewil daye ji bo zindîkirina çalakiyên siyasî li Mukriyanê piştî hilweşîna Komara Kurdistanê. Nemir Sarmedînî Sadiq Wezîrî di pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Du Sîmayên Neteweyî yên Kurd” de bi hûrgilî behsa têkiliyên xwe bi Rehîm Sultanyan û Rehîm Xerezî û çalakiyên wan dike. Di salên piştî derba Şaha Itanê bi dijî hukûmeta Dr. Misedêq de wilo xuya ye ku nemir Sultanyan bi awayekî çalak beşdarî karê HDK nebûye. Karmendê îdareya darayî ya Sablaxê bûye û mixabin paşê bi nexweşiyê ketiye û ji bo dermankirinê di sala 1974an de çûye Londonê. Di wê demê de ku Mîrza Rehîm li Londonê di nexweşxaneyê de bû, Hacî Salih Şatirî jî li Londonê bû û li nexweşxaneyê serdana wî kiriye, û piştî salên damezrandina Komarê careke din hevdu dîtine. Mixabin nexweşiyê derfeta saxbûnê neda wî û neçar ma 15 salan li ser kursiya bi teker jiyanê bidomîne, û di 29ê Pûşperê 1373yê Hîcrî (20ê Tîrmeha 1994an) di 71 saliya xwe de koça dawî kir.
……..
Kerîm Hîsamî bi vî rengî behsa vê rêbazê dike: “Li Mehabadê jî çend ciwanên xwende û têkoşer dicivin û rêxistineke bi navê Komela Komûnîst a Kurdistanê (K.K.K) damezirandin. Bi awayekî veşartî û zanistî dest bi xebatê dikin. Di meha Cotmeha 1948an de şadrêwan Mîrza Rehîm Sultantan wek karmendê îdareya darayî tê Nexdeyê û bi damezrînerên (Komela Ciwanên Ladê) re têkilî datîne, û piştî lêkolîneke aqilane hemû endamên komela Ciwanan dikevne nav (Komela Komûnîst a Kurdistanê). Xebat şêweyekî rêxistinî yê bi disîplîn digire. K.K.K bi lez têkoşana xwe bi lez berfireh dike û hêza xebatê bi gel re parve dike. Lê belê ew jî bê bername û programekê ye, tenê bi rêya têkiliyên rasterast, hevdîtin û talîmatan karên xwe birêve dibe. Komîteya rêveber a K.K.K, ku ji (Rehîm Sultanyan, Rehîm Xerazî, Xanî Buluryan, Ezîz Hîsamî – yê ku ji ber nakokiyên bi Xanî Bulurî re dev ji kar berda -, Kerîm Weyisî û Ebdulah Îshaqî) pêk dihat, bêyî konferans, kongre û hilbijartinê bi navê Komîteya Kurdistanê têkoşînê birêve dibe. [Kerîm Hîsamî, r. 64 û 67]
…………
Nemir Sarm Xan Sadiq Wezîrî bi vî rengî behsa vê bûyerê dike: “Dibe ku du-sê hefte an mehek piştî wê hevdîtinê careke din bi hev re hatin boTehranê ba min û gotin me nameyek ji bo Generalîsîmos Stalîn nivîsandiye û tê de me daxwaz kiriye ku em destûrê bistînin ji bo rêxistinkirina ji nû ve ya teşkîlata Hizba Dêmokrat a Kurdistanê, û em dixwazin vê nameyê ji birêz re bişînin û destûrê jê bixwazin. Min got mixabin min qet têkiliyek bi memûr û siyasetmedarên Sovyetê re tunebûye û di vî warî de tiştek ji destê min nayê. Wan got em bi xwe kesekî nas dikin ku dikare vê nameyê bigihîne, û em ji te daxwaz dikin ku tu bi me re biçî ba wî kesî da ku bi amadebûna te em nameyê bidinê û ew bizane ku tu bi me re yî. Piştî hinekî fikirînê min pêşniyara wan qebûl kir, wan biryar da ku di rojek û saetekê de ez xwe amade bikim û ew werin min bibin û em bi hev re biçin ba wî kesî yê naskirî. Di roja û saeta diyarkirî de em her sê bi hev re çûn kolana Hîdayetê û li nîvê kolanê, li aliyê başûr, wan li deriyê apartmaneke biçûk da. Ciwanek ku bi dîtin û cilûbergên xwe tu cudahî ji Îraniyan nebû deriyê apartmanê vekir û bi xêrhatin me kir nav apartmanê, ku pir cihêk xêzan bû; kelûpel û mobîlyayên wê jî gelek asayî bûn û bi rewşa malê re diguncan. Wan ew kes wek Wanya nasand û gotin ji zû ve ew ji Tebrîzê nas dikin. Piştî silavên asayî û nasandina min, wan babet bi wî re anî ziman û nameya ku bi xeteke nûstaliq a pir xweş hatibû nivîsandin danê, û naveroka wê jî wekî min got daxwaz û destûrdanî bû ji bo zindîkirina çalakiyên li Kurdistanê. Wî soz da ku nameyê bigihîne cihê xwe, û di wê nîv saetê de ku em li wir bûn, xwediyê malê bi çayê mêvandariya me kir, lê ti behsa karûbarên siyasî nekir, û piştî me xatir jê xwest u apariman bi cih hişt. Min ji hevalên xwe re got ez bawer nakim ku ew kes di warê siyasî de tiştekî bi dest bixe an xwedî desthilatdariyekê be. Lê ji ber ku rêyeke din a we tunebû ji bo şandina wê nameyê, min qebûl kir ku bi we re bêm û bibînim, lê ez li ser wê baweriyê me ku divê hûn piştî vê bi wî kesî re têkiliyê nekin, ji ber ku ji bilî wê ku dibe kû metirsiyekê ji we re çêbike, ti qazancek ji têkiliyên bi vî rengî nayê bidestxistin. Her çawa be, heta derdora 15ê Rêbendanê [15ê Rêbendana 1327ê Hîcrî / 4ê Sibata 1949an, wergêr] car caran yek ji wan hevalan an jî herdu bi hev re dihatin ba min û behsa karûbarên rêxistinî û hwd. dikirin, û min jî bi hûrgilî nêrînên xwe ji wan re vedigot.” çavkanî [S. Sadiq Wezîrî, Bergirî le dû sîmay Helkewtûy Bizûtnewey Neteweyî Kurd, wergerandin ji Farsiyewe Hesen Qazî. L . 102-104]
didome…